Zarokekî koçber ji Humsê di kampa “Zogra” li Helebê bi şewtandinê mir

فريق التحرير17 يناير 2019آخر تحديث :
Kampa Zogra li gundewarê rojhilata helebê – lens: Hassan Al-Asmar – Horrya press

Hassan Al-Asmar – heleb – horrya press:

Bi egera sotina Sopeyekî “alavê gerimkirinê” li kongehekî di kampa “Zogra” li nîzîkê bajarê Cerablusê li bakurê Helebê de, di encamê de zarokek mir û yek ji malbata wî jî birîndarbû.

Di daxuyanîyekî de ji bo Horrya press “Muhammad hasriya” rêveberê kampa Zogra got :”Di sibehê de, me dengên tengahiyê ji yek ji konên disotî bihîst, û gava me li konê ku disotî dinêrî me malbatek bi temamî têda dît, û zarokek ji malbatê bi sedema birînin kûr di laşê wî de mir”.

“Hasriya” Berdewam kir ku :” Şewitandina konî bi sedema bayê dijwar bû, ya ku bû sedema hilweşandina konî li ser sopeyê û agirî bi dest pê kir, piştî wê zarokê bi navê “Xalid Ehmed-Huseyn,” yê ku temenê wî bi tenê sê mehbûn mir, û xwişka wî ya piçûk û Dayika wî birîndarbûn bi birînên giran, û ji bo Nexweşxaneya Tirkiyê ji bo dermankirinê hatin veguhestin.

Ji aliyê xwe ve “Mihemed Abu Samer,” xizmekî malbatê û yek ji niştecihên kampa Zogra da zanîn ku :” malbata ji 7 kesan pêk tê koçberên taxa Al-wair li bajarê Humsê ne, û rewşekî aborîyê giran de dibûrin”, û amaje bi “rewşa jiyana xirab ya piraniya neştecîhên kampê” kir.

Tê zanîn ku kampa Zogra bi qasî 1700 malbatên ji taxa Al-wair û gundên Humsê û Ghouta rojhilat koçberbûyên destwerdana, diyar kir ku ew di rewşekî xirab de dijîn, û xizmet û alîkariyên hewarçûnan bi taybetî jî di werzê zivistanê de kêmin di dems berdewambûna baranê ya ku gelek kon noqkirin û erd kir herî.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل