Sivîl û 4 leşkerên Amerîkî bi Êrîşekî xwekuj li Munbêjê jiyana xwe ji dest dan

فريق التحرير17 يناير 2019آخر تحديث :
Bandurên teqîna ku li nîva bajarê Menbêjê encam dayî – toreyên çivakî.

Heleb – Horrya Press:

Di encama teqînekî di nav bajêrê Menbêjê bakurê rojhilatê Helebê de, ya ku di bin kontrola milisên kurdî de piştî nîvro roja çaşembê, Hejmarek kes hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn, di nav de endamên ji hêzên Amerîkayê jî hebûn.

Rêxistina dewleta îslamî “DAIŞ” teqîn li xwe girt, di daxuyaniyeke kurt de li ser ajansa rêxistinê diyar kir ku “êrîş bi rêya xwekujekî bi cilên bombeyî di nav gerokekî hevpeymaniya navnetewî li bajarê Munbêjê de hat encama dan”.

Di encama teqînê de kêmanî 19 kes hatin kuştin û birîndarkirin, piraniya wan sivîlbûn, tevlî endamên hevpeymaniya navnetewî, herweha endamên encumena munbêca leşkerî yên girêdayî bi milîsin hêzên Sûrîyaya dîmoqratîk “QSD” ve.

Reuters ji berpirsekî Amerîkî veguhest ku çar serbazên Amrîkîyan hatin kuştin û sê yên din birîndarbûn roja çaşembê di teqînekî li bajarê Munbêja sûriyeyê de, di heman demê de çavkanîyên Amerîkîyên taybet li Washington ê ji bo horrya press dan zanîn ku ” Trump piştî wergirtina nûçeyan daxwaza civînekî lezgîn bi serkirdeyên leşkerî û ewlekariyên Amerîkî re kir”.

çavkaniyên herêmî ji “Horrya press” re dan xuyakirin ku ” helîkoptereke Amerîkî hat daxwazkirin ji bo rakirina kuştî û birîndaran,ev pêvajo li yarîgeha şaredariyê hat lidarxistin, di dema ku milîsên “QSD” dorpêçekî ewlekariyê li derdora cihê bûyerê ferz kir”.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hejmara kuştiyan zêde dibe, ji ber rêjeya birînên giran mezin dibe, û ji ber hebûna ziyanan di nava refên milîsên hêzên sûriya demokratîk “QSD” de a kontrolê li ser bajêr dike heye.

Ev tê di çarçoveya şandina Tirkiyeyê rojane karwanên leşkerî li ser sînorê Sûriyê, di çarçoveya amadekariyên ji bo kampanyaya leşkerî, ya ku dixwaze dijî milîsên Kurdî li rojhilatê Firatê û bajarê Munbicê bike.

Hêjaye gotinê ku Rêxistina Dewleta Îslamî “DAIŞ” ragihand roja îna borî , berpirsyariya 12 cerdevan li herêmên di bin kontrola milisên kurdî de.

Bi rêya Videoyê .. dema rûdana tewîns xwekujiya li xwaringeha qasir Al-umaraa li bajarê Munbêcê.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل