Çîrokên azadiyê: Firoşkarê gulan yê piçûk

فريق التحرير12 يناير 2019آخر تحديث :
©Fîras Firoşkarekî piçûk yê gula ye- lens: Alaa Fettrawi

Alaa Fettrawi – Horrya press:

Fîras li rex rê de radiweste, destekî dilerize ji serma vedike, destê xwe yê din jî dike beyrka xwe de da piçekî gerim bibe da bibe dura ya din. Ew bi destên xwe yên piçûk gulên nercisê digre, û destê din vedike ji bo kesek li ser rê qeftek nercis ji wî bikirê.

Fîras yê ku li gundê Ras al-Husnê a sînorî dijî, her sibeh zû derdikeve û bero çiya diçe da nav kevirin bilind de van gulan bi zehmetî bîne.

Her gulek ku Fîras difroşe û buhayê wê bi dest dikeve hestekî xweş û bextê dide wî, ji ber ku ew ê bikaribe bi van pereyên kêm nanê ku Dayika wî daxwaz ji wî kirî bikire. Gava min pisyara hêvîyên wî kir bersiv da :” Ez hêvî dikim ku rojek ji bo xwe gulan bikirim”. Van gotinan axavtinên me qutkirin, û ez dilxemgîn bûm ji bo vî zarokê gulan difroşe, û bi wê re xewnên xwe yên bêguneh yên ku hatin belav kirin bi şoreşa sûriyê re difroşe.

Fîras ne tenê wisaye, gelek zarokên din şoreşa sûriyê ew neçar kirin ku şol bikin, hezkirinê bi rengê gulan difroşin, û bi buhayê wê “mirina” ku zarokatiya wan dibe dikirin.
* Wergêr: Samya lawand
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل