Sûriya: lehiyê bajarokê Drakushê li Idlibê binavkir û welatî bang dikin

فريق التحرير9 يناير 2019آخر تحديث :
Çûn û hatina welatiyan di navbera zevîyan de bi rêya qeyikan di bajarokê Drakushê li rojavayê Idlibê- lens: hanîn Al-sayd – horrya press ©

Hanîn Al-sayd- Idlib- Horrya Press:

Ava Çemê Al-Asî di herdu rojên borî de da bi ser kolanên bajarokê Darkoshê li rojavayê parêzgeha Idlibê, ji bo vê yekê welatiyan berê xwe da bikaranîna qeyikan ji bo çûn û hatina di navbera mal û zeviyên bajêr de.

Bajarokê Darkosh yek ji bajarên kevnare bi dûrbûna sih û pênc kîlometran ji rojavayê parêzgeha Idlibê dikeve, li nêzîkî bajarê cisir Al-şixor, dikeve di navendekî stratejîk girîng li ser kenarê çemê Asî, di kaşekî herşandî di navbera çiyayê alwastany û Aldwyli û çiyayê kurt.

” Mihemed Nassan” Yek ji niştecîyên bajêr di axaftina xwe de ji bo Horrya press got :” Çemê Asî îsal zêdebûneke mezin dibîne ku wekî wê zêdetir ji şeş salan ve ne hatiye dîtin, ku bû egera binavbûna du kolanên bajêr, û lêpirsînê li ser sê rêyan, ji bilî binavbûna baxçên derdor.

” Nassan” tekezkir ku berdewambûna asta bilind a çemî dikare bibe egera binavbûna mala wî yê ku hew nîv metran dûrî ji avê li derdora wî ye niha, dema ku malên din bilindbûna wan kêmtir ji mala wî binoq bûn e, ya ku bû sedem ku welatî di navbera mal û zevîyên xwe de bi rêya qeyikên biçûk çûn û hatin bikin.

Ava Çemê Al-Asi bi şêweyekî Mezin li zevîyên bajarokê Drakushê rojavayê Idlibê belav dibe -Lens: Hanîn Al-sayd -Horrya press

Xortî nebûna ziyanên daran jî di zivistanê de diyar kir ji ber piranî û hebûna avê, û balkêşand ku eger ev di havînê de çêbûba wê biba sedama hişkbûn û mirina daran.

Rayedarên peywendîdar li bajarê Darkosh çi tedbîr nekirin ji bo nehêlana van lehiyan, bi tenê welatî hişyar kirin ji bilindbûna pile û metirsîyê ji bo wan, herweha bang li wan kir ku bi hinek tedbîrên pêwîst bikin, wek ku ji malên xwe derkevin ta rewş vegerê normal.

Piranîya niştecîhan li nêzî çemê Asî ji bilindbûna astên avê bi şêweyekî mezin pirsgirêkan dibînin, di encama baranbarîna dijwar di rojên borî de, di naverasta pêdaçûna welatiyan ji rêxistinên mirovahî ji bo sînorkirina ziraran, bi taybetî gelê kampan belavbûne li ser keviya çemî, êşê ji noqbûna konên xwe û birîna rêyên sereke ji wan re dibînin.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل