Destêwerdaneke erebî-fransî rewşa herdu kinarê Firatê aloz dike

فريق التحرير2 يناير 2019آخر تحديث :
AFP

Yasir Mohemed – horrya press

Xuya dike ku pirsgirêka Sûriyê bi giştî, û ya herdu navçeyên Munbicê û rojhilatê Firatê bi taybetî dê bikeve di qonaxeke nû ya aloziyan de, ligel zêdebûna pêşbînîkirina destêwerdaneke leşkerî ya Misrî – Îmaratê li Munbicê, û yeke Fransî di rojhilatê Firatê de, ji bo peydakirina hevsengiyên nû, bêyî berçavgirtina berjewendiyên çi aliyekî Sûrî!
Sayita Îsraîlê “Deepak” pêr roja duşemê di raporekê de, behsa serdana hin efserên Misriyan û Îmaratiyan ji bo bajarê Munbicê li rojhilatê Helebê ya di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kiribû, bi armanca amadekirina bicihkirina hêzên Misrî û Îmaratê li şûna hêzên Amerîka yên bi niyaz in ku xwe ji Sûriyê vekêşînin.
Sayitê Îsraîlê, hevdîtinên di navbera Serokê Amerîka, Donald Trump û şahzadê Abu Dhabi, Mohemed bin Zayid, û serokê Misirê, Abdel Fetah El-Sîsî de, ji bo şandina hêzên artêşa Misirê bi çavdêriya Îmîrt Yekbûyî bo bajarê Munbicê.
Sayit diyar kir ku parastina asmanî ji aliyê Amerîka ve ji bo hêzên asmanî yên Misrî û Îmaratê re bête dabînkirin di dema bikevin di Munbicê de, û diyar kir ku bicihkirina wan hêzên li hin navçeyên din yên Sûriyê di nav de li ser sînorê sûrî-îraq hetibû di rojeva hevdîtinên Amerîka digel Misr û Îmaratê de.
Ev salox tên piştî ku Îmarat rabû bi vekirina balyozxaneya xwe ya li Şamê bi rejîma Esed re, bi armanca rûbirûbûna “destdirêjiya” Îran û tirkiyê di Sûriyê de, ligorî daxuyaniya Wezîr dewletê yê Îmaratê yê karûbarên derve Enwer Qergaş, piştî hevdîtina di navbera serokê îstixbaratê Misrê, Abas Kamil, û hefkofê wî serokê îstixberata rejîma Esed Alî Mdmlûk de, yê gunehbar bi tawanên şer û tawanên dijemirov.
hêzên li Îmaratê suûdî li Munbicê û Rimêlan
Di dawiya meha mijdara borî de, hin çavkaniyên mediya Kurdî ragihand ku hevdîtinek hatibû pêkanîn di navbera şandeke leşkerî ji Erebîstana Siûdî û Îmaratê û fermsndariya hêzên sûriya demokratîk de (QSD), li rojhilatê Firatê, ji bo nîqaşkirina alîkariya lojîstîk.
Û berî çend rojan, rojnameya “Yeni Şafak” ya Tirkî, şandina hin hêzên Erebistana Suûdî û Îmaratê ber bi navçeyên kontrola “QSD” li rojhilatê Firatê eşkere kiribû.
Di bîst û şeşê mijdarê de, “horrya press” ji hin çavkaniyên sivîl li ser zarê hin niştecîhin bajarê Munbicê li rojhilatê Helebê ya di bin kontrola milîsên”YPG” de ragihsndibû, ku dewleteke erebî di yekemîn bûyera bi vî awayî de rasterast destêwerdanê di Sûriyê de dike, û “Şandeke leşkerî ya Erebistanê” digehêje bajarê Munbicê, û bi meclîsa leşkerî ya bajêr ya hêzên kurdî re kom dibe.
Herwiha çavkzniyekî ji “horrya press” re hatina hêzên “Erebîstana Siûdî û Îmaratê” li ser “xaka Sûriyê” piştrast kir, û bal kişand ku heta niha belav nebûye û ew hêjî kom in di serbazgeha “Rimêlan” de ya li bakurê Hesekê.
Plana destêwerdana Erebistan û Misr û Îmaratê li rojhilatê Firatê ne jî encama vê gavê ne, ku ji berî niha Wezîrê Erebistanê yê dewletê yê karubarê kendavê, Samir Sebhan serdana rojhilat Firatê û Reqayê bi taybetî di meha cotmeha sala 2017 de kiribû, ji bo rêxweşkirina hebûna kendava erebî û Misriyan di herêmê de, bi riya dergehê “avadankirinê”.
Tişta nû, hewldana tewerê (Saudi-Îmerat-Misrî) ye, ya ji bo destwerdana li bajarê Munbicê ye, ya bi hêla sor ji bo tirkan û pirsa nayê gotubêjkirin tê dîtin, ku nîşan dide li ser rûdana nakokiyên nû yên herêmî û navnetewî li ser qada Sûriyê.
Fransî ji aliyê xwe ve hejmona xwe li Rojhilata Firatê bihêz dike, piştî nerazîbûna li ser biryara Serokê Amerîka, Donald Trump, ji bo vekişandina hêzên xwe ji rojhilatê Sûriyeyê, ku Fransa hebûna hêzên leşkerî yên xwe bihêz û aktîv dike, û Wezîra artêşên Florence Parle, duhî li roja sêşemê got ku welatê wê balafirên şer yên ji corê “Rafale” ji bo Sûriyeyê şandine, ji bo beşdariya di nava kampanyaya Koalîsyona Navnetewî de ji bo bombebarankirina çeperên çeteyên DAIŞ li herêma rojhilat.
Wezîra fransî roja duşemê borî, serdana serbazgeha Fransa li Urdinê kir, ku ji Urdinê balafirên “Rafale” êrîşî çeperên DAIŞ li Sûriyê dikin, û ji serbazên beşdar di kampanya “Şamal” ya Fransî re piştrast kir, ku ew dê heta dawiyê berdewam bimînin li ser erkê xwe, û êrîşên rêxistina DAIŞ li ser Fransayê libîr anîn.
“Parle” rexne girt li biryara Amerîka ji vekişîna ji Sûriyê, biryar bi “ji nişkê ve û yekalî” dît.
Hêjayê gotinê ye ku Fransa çend serbazgeh û baregehên leşkerî hene li ser biyabana sûrî li nêzîkî bajarê “Abu Kemal”, û herwiha hêzeke wê ya leşkerî ji neh wesayîtên leşkerî gihişt bajarê Munbicê yekser piştî biryara vekişîna hêzên Emerîkayê.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل