Sûriya: Piştî Dera…şewatandina wêneyekê “El-Esed” li Hola Humsê

فريق التحرير126 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Wêran di nav yek ji kolanên Hula de di encama hêrişên rêjîma Esed di dema kontirolkirina şoreşgeran li ser herêmê – Lens: Horrya Press ©

:Horrya press – Hums

Di yekemîn bûyer de ya bi vî awayî, piştî kontrolkirina navçeyê ji aliyê hêzên Esed, ji aliyê kesên nediyar ve, wêneyekê serokê rejîmê “Bişar El-Esed” li ser kolaneke devera El-Hola li bakurê Humsê hat şewitandin.

Hin çavkaniyên xwecihî ji horrya press re ragihandin ku bûyer li kolana “Kefr Laha” li pêşiya mala Mihemed Abas, xwediyê “dartiraşgeha Abas” qewimî, yê navdar bi alîgiriya rejîmê di dema berê de û herwiha piştî kontrolkirina navçeyê ji aliyê şoreşvanan jî.

Çavkaniyan diyar kir ku “ew wêne ji aliyê serbazên ewlekariyê û bi hevkariya hin kesan yên alîgirên rejîmê (Behsî) li taxê hatibû daleqandin piştî kontrolkirina deverê ji aliyê hêzên Esed.

Herwiha ku bajarê Hola, bêtir ji du heftiyan di qeyraneke sûtemeniyê derbas dibe bi taybetî qeyrana gazê, zêdebarê birîna elektirîkê gelek caran, hevdem ligel bac û xeracên dibin ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê bi hinceta serpêçiyan û nedana barnameyên avê û elektrîkê di heyama salên borî de.

Ji aliyekê din, her ji çend rojan ve hêzên Esed radibin bi rakirina navbirên di navbera riya gundên “Elawiya” yên alîgirên rejîmê û devera Hola de, piştî daxistina wan bêtir ji heft salan piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê, ku yekser rêbend û navbir ji aliyê ewlekariya leşkerî ve hatin duristkirin li wan riyan bi armanca kesên reviyayî ji leşkeriya neçarî û ji dozên daxwazkariya leşkerî.

Ev tê, piştî şandina rêjîma Esed di dema berê de lîsteyên nû yên xizmeta neçarî ji bo bajarê Hûlayê, hejmara xurtên daxwazkirî ji 5000 kes derbasbû di heyama mehekî de, herwiha lîsteyên nû di nava du rojên borî de gihîştin, di nav de 800 ciwanên daxwazkirî ji bo xizmeta leşkerî heye, lîste hê berdewame bi şêweyekî rojane ta hemû yên ku temenên wan ji 1975 heta 2001 vedgirê.

hêzên Esed bi piştevaniya Rûsyayê kontrola xwe li ser gundên devera bakurê Humsê di nîvê gulana çûyî de kir, di dema peymana bi komên şoreşger re li ser koçberkirina kesên ku naxwazin lihevhatinê bi rêjîmê re bikin li bakurê Sûriyeyê û li ser mabûna yên dixwazin bimînin.

Parêzgeha Darayê ya di bin peymana çareseriyê de, berê çend rojan dît rabûna hindek kesên nenas bi pirtpitrkirina wêneyê serê rêjîmê Beşar el-Esed, piştî ku rêjîmê danabû li ser Şaredariya Naanh li gundewarê Dera rojhilat, di encam de leşkerên rêjîmê neçarbûn ku wê wêneya pirtpitrkirî rakin, li gel nivîsandina sloganên li ser hêzêkî ji ewlekariya ezmanî ve, di nav de daxuyaniyên ji bo davêtin rejîma Esad û li dijî Bagramh û desthilatdariya wî de, bi gotineke din piştgiriya gelê Dera dikin.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل