Sûriya: revandina rêveberekî rêxistina mirovahiyê li Idlibê

فريق التحرير23 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Bajarê Idlib û gunderwarên wê bi şêweyekî mezin karên revandin û kuştinê dibînin, bê ku nasnameya rarevînkar bizanin- Arşîf

Idlib- Horrya press:

Parêzgeha Idlibê rewşekî ewlekariyê şêlopêlî dibîne, bi zêdebûna karên revandinê ji meha nîsana borî ve, nexazim yên kar di warê mirovahî û bijîşkî de dikin, ya ku bûyî rewşka berdewam ji metirsîyê di nav xelkê de.

Peyamnêrê Horrya press ji Idlibê diyar kir, ku rêveberê rêxistina “people in need” Abdullatif Touilou ji mala xwe di bajarê Sarmada li bakurê Idlibê hat revandin, roja şemiyê di demijmêr şeşê sibehê de.

Nûçegihanê me da zanîn ku ew cîheta ya van bûyeran dike nehatiye nîyasîn, û amaje kir ku mala “Tawilu” dikeve li rex taxa polîsê “Îslamî” ye ku ser bi heyet tahrîr şam ve diçe (Reza Nasera Navîn) di bajêr de.

Nûçegihanê me tekez kir ku “Tawilou” di çend rojan borî de rastî çend bûyerên revandin bû.

Karên revandinê li parêzgeha Idlibê bûye cihê ne rehetiya rojane ya xelkê, nexazim nekarîbûna fesîlên ku kontrolê li ser herêmê dike ku bizane nasnameya kesên ku van bûyeran dike yan kî li pey wane.

Sedemên revandinê vedgere aliyê mefaya madî ji ber belvbûna bêkariyê, û êrîş û heyf di navbera kesên nelev û aliyên dijber di qada duyem a Sûriyê de, di heman demê de çalakvan Heyet tahrîr şam tometbardikin bi tevlêbûna revandinê ji ber ku wê behra bêtêr ji parêzgehê biriye.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل