Sûriya: Baran kampên li gundên Helebê noqdike û xelk bangewaziyê dikin

فريق التحرير21 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Piraniya pirsgirêkên ku niştecîyên kampên Al-Sharqiya bervdiçin kolanên navbira kongehan de bi sedema hişkbûna erdê. – Lens: Hassan Al-Asmar – Horrya Press ©

Hassan Al-Asmar – Heleb – Horrya press:

Gelek kampên li bakur û rojhilatê parêzgeha Helebê di encamên baran barînên giran de di hedu rojên dawî de noqbûn, di heman demê de gelek kes di rewşên mirovahyên dijwar de bi nebûna rola rêxistinên mirovahî li wê heremê de dijîn.

” Abu Abdullah ” rêveberê kampa penaberan li Al-şerqîyê li nêzîkî bajarê Al-Bab li rojhilatê bajarê Helebê de, di daxuyanîyekî de ji bo Horrya press got :” piraniya pirsgirêkên ku em li kampa Al-Şarqiya berv diçin kulanên di navbira kampan de bi sedema hişkbûna erdê, ev erd berê hatibû kulandin, û ax bi avê re pir xirab dibe. ‘

Rêveberê kampê tekez kir ku ” devera bi tenê ku alikariya me kirîye di van rojên zehmet de her zilamên Al-xoza bayda (Parastina Sivîl), û zirara ku di nava kampê de gelekin, ji wan çûna avê di nav konan de û noqkirina hindek ji wan”, û nîşan kir ku wan gelek kon bi rêjeya bilindbûna 20 cm, diyar kir ku konên kolektîf ne karîn bilind bikin.

Rêveberê kampê di dawiya gotina xwe de dazanîn :” me pêdivî bi gelek kul û pelên jiyanê di hundirê kampê de heye ji bo xweşkirina Rewşa xelkê, û me pêdivî bi esfinc û betaniyan û alavên gerimkirinê jî heye, ji ber hemû tiştê xelkê ber lehiyê çûn”.

Neşteciyên kampê di rewşekî xirab de dijîn di berdewamiya ne berçavbûna gelek rêxistinên mirovahî yê- lens : Hassen Al-Asmar -Horrya press©
Yek ji kampên ku di encama baran barîna dijwar û bahûzê ketiye- lens : Hassen Al-Asmar -Horrya press©

Ji aliyê xwe ve ”Mohammed Abu Samer ” yek ji koçberên Ghouta rojhilat, ku kampê de dijî daxuyanîkirin : ” Em pir têşên gava baran dibare li ser kampê û av diçe dinav konan de bi şêweyekî mezin, em hemû diçin ji bo alîkariya rêveberiyê di wê nexweşiyê de, bi sedema sarbûna erdê û ava tê jor em piwîstî germêne”

“Dayika Said” ji aliyê xwe ve bangewaziyê li rêxistinên navneteweyî dike da bikevin di dema mana wan di kampê de, tekez kir ku sedema koçberbûna wan ji bo bombebarankirina bajarê wan bitemamî ji aliyê rêjîma Esed ve, gotina xwe bi dawî anî ” Xwedê me vegerîne malên me lê bê Beşar El-Esed”.

Tê zanîn ku kampa Al-Şarqiye beşek ji gelek kampên ku êşên wan pirin di aliyê ne qîrkirina cadeyan ya ku dibe sedem bi derketina lehiyê di werzê zivistanê de di dema nebûna rola rêxistinên mirovahî bi tenê kêm bikişîne.

Zarokên ku ji dibistanê vedgerên malê di heriya ji barana dijwar çêbûyî noqdibin di kampa Al-Şarqiyê de – lens : Hassen Al-Asmar – Horrya press©
Rêveberiya kampê daxwazî ji gelek rêxistinan kir da avê ji konan derxin lê vale – Lens: Hassan Al-Asmar – Horrya Press ©

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل