Sûriya: Akkirbat .. Du salan li ser qezenckirina kîmyewî

فريق التحرير19 ديسمبر 2018آخر تحديث :
(Wêneyekî belavbûyî)

Welîd Abu Hemam – Horrya Press:

Ew biryar gelek plankirin jêre nediviya ji ber ku biryarekî hêsan e û encama wê kuştina dehan welatiyên sûrî ye. Ev ya ku rêjîm rûbirû kuştina hovane bikartîne ya dûrê ramana mirovî ye.

Serê sibeha 12 Kanûna 2016’ê, balafirên Esed barên ne normal amadekirbû ta li ser serê bermayên zarok û jin û kal yên nekarîn birevin li rojhilatê Hamayê, piştî ku rejîm ji hewldanên xwe ji bo kuştina wan bi hemû cureyên çekan bêhêvî bû, çi rêk pêşiya wî neman ji bilî bikaranîna gazên jehirkirî wek çara dawîn ku dawî li jiyana wan bîne.

Armancên rêjîmê bi şêweyekî baş hatibûn amadekirin ku tevahiya gundên ku li wir gelek kes hene armancbike. Balafiran dest bi avêtina moşek û bombeyên mirinê ta gihişte erdê canê xelkê rabû esmanê heftê û kesê qurtalbûyî zanî ku ew gazên jehrî bûn.

Zarokên bi gaza sarin ya ku rejîma Esed li ser devera Akkirbat di 12 çileya 2016 de hatin kuştin, belavbûyî

Herêmên hatîn armanckirin li gund û bajarokên ( Jarout _ Al-Saliyya-Hammadi Omar-Al-Qastal) di gundên Hama rojhilat de hebû, bes bû ku canê dehan bilaz bir bê ku bikarin hizra revandinê ji bo deverên derdor bikin.

Dehên kesan jiyana xwe ji dest xistin bê ku êdî ji xwu rabin û hindek din jî di dijwartirîn dem de bûrîn, hewl didan ku canê xwe bi dawî neyînin lê nekarîn hewayekî bê jehir bihênbikin.

107 şehîd hatin belgekirin di saetekê de di gundên armanckirî, û zêdetir ji 500 birîndaran gihiştin asta mirinê, û hinek kesên saxmayî dixwazin ku ew miriban li wê rojê de, piştî piraniya malbatên wan ji dest dan, yan jî ew daîmî kîmyewî bandora xwe li ser jiyana wan hişt.

Komkujiya Akkirbat ne yekem komkujiyên çekên kîmyayî yên Esed bû û ne ya herî dawîye, lê ew bes bû ku jiyanê li wê deverê bikuje, û pir xerabtir bû ku rejîma Esed hewl da ku bandorên kuştinê jêbibe bi çend gundên ziyan gihiştinê, û wek her car tomet kir stûyê qurbaniyan de.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل