Bavê firoşkara biskêtan “Nûr”…ji ber birîna xwe digehêja keça xwe “Nûr” ronahiya çavên xwe

فريق التحرير19 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Nûr û bavê wê li taxên Aazazê li bakurê Helebê – trader

Heleb – Horrya press:

“Selim Jabblawi,” ew zilamê kor, bavê Nûr “firoşkara biskêtan”, di egera birînên xwe yên dijwar di teqînên li bajarê Azazê li bakurê Helebê hate kuştin.

Nûçegehanê Horrya press li gundewarê Helebê tekez kir, ku bavê Nûr roja sêşembê hat kuştin, bi egerên birînên xwe bi wê bombeya ku kiça wî Noor berya çend rojan bi wê hatî kuştin.

Nûçegihanê me ragihand ku bavê Nûr di bajarê Azazê hate sipartin, piştî ku nexweşxaneya Kalis li tirkiyê şehîd ket, û cenazeyê wî hate şandin bo herêmê.

Bavê firoşkara biskêtan “Selim Jabblawi” li Azazê hate sipartin – belavbûyî

Tê zanîn ku Salim Jiblawi koçberkî ji parêzgeha Helebê ye, û ew zilamekî kore, keça wî Nûr alikariya wî dikir ta li cadeyên Azazê rêvebiçe ta biskêtan bifroşe bi tiştên din re di riya dikanekî dest.

Keça wî Nûr ” firoşkara biskêtan”, roja Çarşema borî bi egera bombeyekî li ser Azazê bakurê Helebê hat kuştin, da ku bavê wê ji ber birînên xwe yên giran li pey wê herê.

Deverên di bin kontrola fraksîyonan de ya ku di pêvajoya “mertalê Firatê” li bakur û rojhilatê Helebê bi rêya otomobîlên bomberêj û gelek caran kar û bombeyên xwemalî, di naverasta tewanbariyên hucreyên ku mensûbê rêxistinê “çeteyên” an milîsên “QSD” an rejîma Esed li piştê.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل