Çîroka Hac Ehmed .. gava êş ligel xwe hevrikiyê dikin

فريق التحرير18 ديسمبر 2018آخر تحديث :

Welîd Abu Hemam – Horrya Press

Heftî û yek salî bandorên xwe li ser rûyê bavê Ûsiv risimandin, gelek êş bi wî re bûn heval û barê herdu milên wî giran kirin, ne tenê êşên laşê wî hevparê jiyana wî bû, belê êşa canê wî jî pir ji jîyan vî pîremêrî bir، piştî ezîzek ji dest da.

Ebû ûsiv ji bajarê Lîtmin yek ji bajarokên bakurê Hama ya ku êş û azar ji rêjîma Esed xwarin, ji ber ku ew têklî wê di şoreşa sûrî de û beşdarî di gel kurên wê di şerên azadiyê de kir. Di nav wan de Ûsiv ew xurtê xwîngerim bû ji bo azadiya welatê xwe. Xwedê ji ûsiv re ne nivîstibû ku welatê xwe rêzgar bibîne, di yek ji şerên rejîma Esed li ser gundê Al-belîl de şehîd ket, û pişt xwe re du zarokên kêmî sê salî hiştin.

Emanet giran bû li ser Hajî Ehmed; temenê wî yê mezin alikariya wî nekir ku wan sêwî û dayika wan û nexweşiya şekir û Aldisks ku ji bedenê wî dixwar berdewam bike.

Zêdebûna mercên dijwar de, piştî ku ew bi darê zorê ji bajarê xwe bo bajarê Khan Shaikhoun çûn, xwe dît neçare ku kirya malekî bide ji bilî alîkariyekî biçûk ji kurê wî yê êkane yê ku tenê ji wî re maye piştî kuştina kurê wî yê mezin û girtina ya duyem, wî hewl da ku daxwazin herdu zarokên ûsiv û dayika wan, herwiha zarokên Mohamed yê girtî, hemû bi wî re dijîn ji ber ku ew ew hêviya wan e di vê dinyayê de ye.

Abu Yusuf piraniya caran bi tena xwe li ber malê dirûne, li zarokên herdu kurên xwe temaşe dike û ji xwe re dibêje ku qedera van zarokan bê ku dûrî bavê xwe bijîn pa çi gunehê wan e ku di jîyana min ya ez çi ji nizaim ji bilî êşê bijîn!?

Belku nexweşiyên Haj Ahmed bandor li laşê wî kiribe, lê birîna di singa wî de pir mezine, wêneyên van zarokên ku ber çavê wî mezin dibin, û di gel ew baş dizane ku ew gelekî jiyan nake ta wan bibîne pişt rastin, di gel wêneyên herdu zarokên wî yên ji ber çavên wî naçin.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل