Çîroka Qemer.. yek ji çîrokên azadiyê li sûriyêne

فريق التحرير14 ديسمبر 2017آخر تحديث :
Wek gelek zarokên ku di Ghouta Rojhilat a dorpêçkirî, Qemer jî bi xirab xwarinê azarkêşand

Imran Al-Domani – Ghouta rojhilat – Horrya press:

Di gel malbata xwe Qemer li bajarokê Saqba li Ghouta rojhilat dijî, piştî malbata wê ji bajarokê Bala yek ji bajarên devera Marjayê, ji nêzîkî du sal û nîvan ve koçberbûn e.

“Rêjîmê mala me wêrankir, û bajarokê me dagîrkir, em neçarbûn berv Saqbayê ve biçin” wisa dayika zarokê ji Horrya press re dibêje, herwiha diyar kir ku navê keça wê hat hilbijartin çimkî gava ku ew ji dayik bû berya sal û nîvê li bajarokê ku jê koçberbûn, rûyê wê bedew bû mîna heyvê ronahî bû di şevê de.

Wekî gelek zarokên Rojhilata Ghoutayê Qemer jî ji xirab xwarinê azarkêşand. Di encamên dorpêçkirina Ghouta Rojhilat ji aliyê hêzên Esed ve kel û pelên rojane bihayên wan giran bû.

Vê dorpêçkirina dijwar bi xafiltî ket bedena Qemer de, û bû yek ji qurbaniyên wê piştî bi nexweşiya xirab xwarinê ket, û laşê wê dereng mezin dibû, û nekarî livlivîna sirûştî bike, û rûyê wê spîçolkî û lawaz bû, û ciwaniya wê jinavçû.

Malbata Qemer ji 11 kesan pêktê, Ew ji bo wan tengahî bû, û bedena wan mandî kiribû, û di malekî bê pencer û derî de dijîn, ya ku nekarî wan ji serma zivistanê biparêze.

“Dayika Yassin,” dayika Qemer e ji “Horrya Press” re dibêje :” Dema Qemer hat jiyanê em berv bajêrê Saqba koçberbûn, û em di malekî ku çi pêdivîyên jiyanê têda peyda nedibûn neştecî bûn. Dorpêçkirina Ghouta rojhilat xelk kuşt. zaroka min bi nexweşiya xirab xwarinê ket da bibe êşekî nû di gel êşên me yên rojane de.

Wê Berdewam kir :”Em niha di xaniyekê de dijîn, lê me na parêze ji serma zivistanê û dorpêçkirinê em talankirin, û me tiştek nebû ku em gerdena xwe pê şilbikin, min bangewazî li xwedî wijdan û rêxistinên mirovhî kir ji bû alîkariya me bikin.

Kuçka malbata Qemer hew çend alavên xwerinê yên vale têde hene, ya ku tejî tuze bi sedema kêmbûna bikaranîna wan, ne ji bo kêmbûna paqijiyê lê ji bo kêmbûna xwarinê!

Kûçka malbatê dibe bi temamî ji xwarinê valebe û bi zêdebûna bêkarîyê û bihabûna kel û pelên rojane li Gutayê
Xaniyê malbatê ku 11 kes têda dijîn, bê derî û bê pencer e

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل