Firoşkara biskêta li sûriyeyê .. Çîroka zarokekê mirovahiyê zordarî lê kir û bombeyekî ew bin ax kir

فريق التحرير13 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Nur û bavê wê li taxên Aazaz li bakurê Helebê – karbêhatî

Ji Çîrokên azadiyê

Mehmûd Abu Al-Majd – Heleb – Horrya Press:

Nur .. firoşkara biskêta ya ku wekî wê keçka di çîroka “firoşkara şixatan” de, ya ku me di biçûkatiya xwe de dibihîst, lê lehenga me ya vê çîrokê rast e ne gotinin, derket derve li taxan biskêt difiroştin da ku bavê xwe yê kor xwedî bike.

Nur ronahiya her du çavên bavê xwe bû, bangewazî li kesên ku kolan û taxan de digeriyan dikir da biskêta ji wê bikirin, ji bo xwarina roja xwe û bavê xwe bîne ji kolanên Azazê li bakurê Helebê di vê zivistana sar de.

Çîroka Nur mîna çîroka firoşkara şixatêye, li cudahiya di navbera wan de lehenga çîrokê ji bo zordariya bavê xwe derket, li Nur derket da biskêta bifroşe piştî ku tiştekî wê û bavê wê nemabû, derket firotinê bike ji ber zilma tevahiya cîhanê, ya ku hişt kujer xelkê bikuje û yên din koçberbike, û firoşkara biskêta kir “teror” û “Esed” kir qurbanî.

Nur îro çû ber dilovaniya xwedê û dûrê sînora jiyanê ket, piştî ku serê sibê bi otomobîleke bombekirî de li bajarê Azazê li bakurê Helebê hat kuştin, Nur çû û bi xwe re ronahiya çavên bavê xwe bir yê ku bi çavê Nur jiyan didît, lê piştî çûna Nur kî wê riya wî ronahî bike?

Otombîla Bombekirî Nur ne kuşt, lê hat kuştin gava mirovahî li cem mirovan hatî kuştin, ji dema ku cîhan ew hiştî bi tenê da biskêta li ser riyan bifroşe, dema tevahiya zarokan diçûn dibistanin.

Nur hate kuştin wekî firoşkara şixatan, kes bi wê nebihîst ji bilî piştî mirina wê, bû pekrewan da hevalên xwe yên pekrewan bibîne wekî dîdara firoşkara şixatan bi dapîra xwe re piştî mirî.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل