Desthilatdarên Urdunê bi berdewamî avê li ser penaberên sûrî li kampa “Rikban” qutdike

فريق التحرير11 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Koçber ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe berê xwe didin golên herî ya bi ava baranê hatiye dagirtin – torin civakî

Horrya press:

Desthilatdariya Urdunê bi berdewamiya çar rojan e av birîye li ser penaberên Sûrîyeyê yê ku di kampa “Rikban” li ser sînorê Sûrî-Urdunê de dijîn.

Li gor çavkaniyên herêmî di nav kampê de, ku ji aliyê Urdunê ve xêza avê ya ku ji Urdunê ve tê hatiye qutkirin, ya ku dibe çavkaniya ava vexwarinê ji bo niştecîhên kampê, di bin avakirina bendavên navîn de.

Çavkaniyan diyar kir ku awereyên li kampê dijîn neçar dibin ku ava golan ya ku ji baranê hatiye dagirtin pêdiviyên xwe pêktînin, ku tê maneya kerasetekî mirovatî di nava kampê de, ya ku ji kêmbûna tibbî û xwarin, û hem jî li kêmbûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê.

Tora Mafên Mirovan a Sûrî desthilata Urdunê berpirsiyar kir derbarî azarên niştecîhên kampa Al-Rikban bi rejîma Esed re.

Tora mafên mirovan desthilata Urdunê û rêjîma Esed tometbarkirin ku zextê li benaberan dikin da ku vegerin herêmin li bin kontrola rejîmê de, di riya qedexekirina alîkariyên mirovatî, ku “jiyana wan metirsînê de ye”.

kampa Al -Rikban ya ku li ser sînorê Sûriyê-Urdinê dorpêçkirinekî dijwar dibîne ji aliyê hêzên Esed ji cotmeha par ve, ji alekî ve xwarin û derman qedexekir, di naverasta pêdaçûnê ji rêveberiya kampê ji bo rizgarkirina bêtir ji 50 hezar kes li hundir bi şert û mercên xiraptir.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل