Sûriya: Koçberên Kampa Ain Eissa daxwaza alîkariyê dikin

فريق التحرير11 ديسمبر 2018آخر تحديث :
©Penaberên sûrî li kampa Ain Essa , lens : Bangîn kurd – Horrya press

Bangîn Kurd – Al-Raqqa –  Horrya Press:

Gava werzê zivistanê tê barê koçber û penaberan jî girantir dibe, û nexasim yê di kamp û çadiran de dijîn, li kampa Ain Essa a ku dikeve bakurê bajarê Reqayê li navçeya Ain Essa zivistana dijwar û xemsariya rêxistinan jiyana xelkê dike rewşeke xerab de.

Kampa Ain Essa ya ku di Avdara 2016’ê de hatiye avakirin, neştecîyên kampê kesên ku ji bajarê Reqayê derketin bi sedema şerê di navbera Milîsên hêzên sûriya demoqrat QSD û çekdarên DAIŞê de, û piştra bû cihekî aram ji bo xelkên bajarên din yên ku şer têda diqewime weko parêzgeha Dêrazorê û niha hijmara xelkê ku li kampê dijîn gihiştiye 12,200 kesan, yên ku têne belavkirin li ser 2,800 kungehan.

Zivistana îsal dijware û baran bi awayekî pir dibare, Diya mihemed yek ji nişteciyên vê kampêne ji bajarê Dêrazorê koçber bû, ber Ain Essa, ji bo Horrya press daxuyakirin : “Ji bo werzê zivistanê çilên zivistanê hatin belavkirin û mazot jî hate belavkirin, lê Sobe yan jî alavên girimkirinê ta niha nehatine belavkirin li ser me û pûk pire û zarokên me biçûkin û em ditirsin ku ew rastî nexweşiyan bibin ji sermê “.

Rêkxirawên ku alîkariyan ji bo koçberên vê kampê dikin evin: Komisyona Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekgirtî, heyva sor a kurd, encûmena reqayê a sivîl û rêxistina pijîjkên bê sînor û her wiha hin rêxistinên din alîkariya kampê dikin ya ku 5 dibistan têda hatine avakirin û derdora 3000 zarok têde dixwînin û ji aliyê tendurîstî jî xizmet têne pêşkêşkirin.

Berpirsê kampê Celal Eyaf ji bo Horriya Press tekez kir : Alikarî ji kampê re têne pêşkeşkirin li nagihên asta ku tê xwestin, pêwistiyeke me yê mezin bi sopeyan “alavên gerimkirinê” heya, ta niha xelk bê sopene û me daxwaz ji rêxistinan kir lê ta niha ji me re neşandine “.

Salek û du meh bi ser rêzgarkirina bajarê Reqayê re derbas dibe, lê hîn bi hezaran xelk ji ber wêranbûna malên xwe neçar dibin ku di kampê de bimînin û ew hêvî dikin ku jinûve avakirinek çêbibe û bikaribin vegerin malên xwe.

©Kungehên kampa Ain Essa ya bi ser navçeya Ain Essa ve diçe, lens : Bangîn kurd -Horrya press
©Zarokên sûrî yê ku li kampa Ain Essa de dijîn, lens : Bangîn kurd -Horrya press
©Çend kunên kampa Ain Essa ya penaberên sûrî, lens : Bangîn kurd -Horrya press
©Penaberên sûrî li kampa Ain Essa , lens : Bangîn kurd – Horrya press
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل