Piştî civîna ENKSê bi şanderê Emrîkayê re.. endamekî wê dibêje: em dilê gelê xwe reht dikin

فريق التحرير10 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Jêms Cêvrî

Bangîn Kurd – Horrya Press:

Li roja 8’ê çileya pêşiyê û li ser daxwaza şanderê taybet yê serokê Emrîkayê ji bo sûriyê Jêms Cêvrî hevdîtinek bi encûmena niştîmanî ya kurdî ENKSê re li Tirkiyê bajarê dîlok – xazî antanbê lidar ket.

Şanda ENKSê pêkhatibû ji van çar berêzan: Ebdûlhenan Ebas, Elî Temî, Kanîwar Resûl û Mihemed Îsma’êl.
Li ser vî babetê Elî Temî ji Horrya Press re ragihand:”ku civînê du demjimêran dirêj kir û mijara sereke ya civînê li ser pirsa rojhilata firatê bû ” û herwiha wî berdewam kir û got: “piştî nêzikbûna têkçûna rêxistina îslam li Îraq û şamê DAIŞ me xwest ku nêrîna her aliyekî bibînin, û em rehetîyekê têxin di nava dilê xelkê xwe de, ku di dema pêş de dê guhertinên erênî encam bidin û wê her kes vegere mala xwe û kêşeyên girtinê û rivandinê û lêşkeriyê bidawî bibin”.

Û ji aliyê xwe ve, Elî mislim endamê komîta navendî ya partiya demokratî Kurdistan PDKS ji Horrya Press re da xuyanîkirin ku Emrîka dixweze çareseriyekê bibîne ji bo razîkirina herdu aliyên nakok kurd û turkan, û ligor gotina wî ku encûmena niştîmanî ya kurdî dikare roleke girîng di vî alîyê de bilîze.

Tê zanîn ku ev ne cara yekê ye ku encûmena niştîmaniya kurd li sûrîyeyê bi rayadarên Emerîka re dicive.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل