Balafirên Esed komkujiyeke hovane li Tilmins li Idlibê kir

فريق التحرير26 أغسطس 2019آخر تحديث :
Xwebexş di parastina sivîl a Sûrî de, li rakirina termên komkujiya balafirên Esed yên şer li bajarokê Tilmins li parêzgeha Idlibê dixebitin, roja yekşemê 25/Tebaxa 2019’ê.

Idlib- horrya press:

Peyamnêrê “horrya press” diyar kir, ku balafirên rêjîma Esed yên şer komkujiyeke hovane li bajarokê Tilmins li parêzgeha Idlibê, roja yekşemê, kir, û di encamê de 5 qurbanî ketin (sê zarok û du jin).

Her wiha balafirên zordariya Rûsya-Esed îro bi dehan êrîşên hewayî li ser parêzgeha Idlibê kir, nemaze li ser Meart El-numan û Has û Circenaz û derdora Kfrnabil û Hîş û Mearthurma û Kfrsicna û derdora Elteh û Eltemania û Elxedfa, tevî ku qurbaniyek her li gundên Meartşorîn û Elhelba ket.

Li ser erdê; frakisyonên şoreşgeran kuştin û birîndarkirina hijmarek ji endaman Esed ragihand, tevî herfandina çekên wan, piştî ku hewldanên pêşkeftinê li ser eniya bajarokê El-Temaniaa li başûrê Idlibê.

Li Hamayê, firakisyonên şoreşgeran komeke hêzên Esed li mihwerê Tilhoş li gundewarê bakur bi aviştokên Hawinê armanckir, di encamê de endamek ji wan hat kuştin û yek birîndarbû.

Oprasiyona zordarî ya ku hêzên Esed û zordariya Rûsyayê dikin, bû sedema kuştina zêdetir ji 600 welatiyên sivîl û koçberbûna nêzîkî million kesî ji malên xwe berf deverên sînorî bi Tirkiyayê re, û bi hezaran ji wan li zeviyên çandiniyê de dinivin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل