Idlib: kuştiyên sivîl û cengên giran li ser eniyên şer

فريق التحرير18 أغسطس 2019آخر تحديث :
Du xwebexş ji parastina sivîl a Sûrî dûvçûnan li ser kesên qurtal ji êrîşên balafirên zordariya Rûsyayê li ser bajarokê Hezazîn li parêzgeha Idlibê, roja şembiyê 17/gulana 2019.

Horrya press:

Sê welatiyên sivîl bi kêmanî hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn, roja yekşemê, ji ber êrîşên giran ji aliyê balafirên zordariya Rûsya-Esed ve li ser parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyeyê.

Di şirovekirinê de; nûçegehanê “horrya press” diyar kir, ku welatiyekî sivîl hat kuştin û 5 kesên din jî birîndarbûn, di nav wan de du xwebexşên parastina sivîl a Sûrî bûn, di encama bombebaranên balafirên zordariya Rûsyayê li ser gundê El-hamidiya li gundewarê Idlibê.

Her wiha balafirên rêjîma Esed êrîş li ser bajarokên Has û Kafrsicna kir, ku di encamê de du welatiyên sivîl hatin kuştin di nav wan zarokek hebû, tevî ku hijmarek din birîndarbûn bi birînên cuda cuda.

Balafirên zordariya Rûsya-Esed bi dehan êrîşên hewayî li ser bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê ji sibehê ve dike.

Li ser erdê, “Artêşa El-iza” kuştina hijmarek ji hêzên Esed li ser eniya Kafrîdon li rojavayê bajarê Xan Şêxon ragihand, piştî armanckirina wan bi mûşekekî cura “Taw”.

Ji aliyê xwe ve “Heyat tehrîr El-şam” kuştin û birîndarbûna dehan ji hêzên Esed li ser eniya gundê Medaya ragihand, piştî armanckirina komeke ji wan bi riya otombîleke teqîner.

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin, ku odeya oprasiyonên “El-fethu mobîn” bi wêrankirina otombîleke leşkerî ya hêzên Esed li ser eniya gundê Medaya bi riya mûşekekî raste rast serkeftin anî.

Tê zanîn ku, hêzên zordariya Rûsya-Esed agirbesta kêmkirina şer li Idlibê ji meha Nîsana borî ve şikand, û oprasiyonên leşkerî di mehên dawî de li ser gundewarên Idlib û Hamayê zêdekirin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل