Wenda bûna zêdetir ji 638 penaberên bi darê zorê hatîn vegerandin bo Sûriyê

فريق التحرير16 أغسطس 2019آخر تحديث :
Otobus penaberên Sûrî yên ku ji Libnanê vedgerin bo deverên di bin kontrola rêjîma Esed de vedguhêzîne

Horrya press:

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporekê de ku roja Pêncşemê weşand bû, wendabûna nêzîkî 638 penaberên ku bi darê zorê vegeriyane Sûrîyê belge kir.

Toreyê di raporta xwe de got, ku rejima Esed “hişta wek gefekî tund û hov berdewame, û divê penaberên Sûrî carek din venegerin Sûriyayê.”

Raport li ser girîngtirîn destdirêjîyên rêjîma Esed derheqê Sûriyên ku ji deverên aware û dewletên derdor vegeriyan Sûriyê rawestî, ji desteserkirin û wenda bûna zorê û mirina di bin işkincanê de, her wiha neçarkirina hindek ji penaberan ji bo tevlî refên leşkerî bibin, tevî nehêlana mal û molkên wan.

Her wiha raportê dûvçûn li ser destdirêjîyên rêjîma Esed ji sala 2014’ê ve ta meha Tebaxa niha kirîn kir, ku zêdetir ji 1916 barduxên desteserkirinê ji aliyê rêjîma Esed ve, ku di nav de 219 zarok û 157 jin ji penaberên ku ji dewletên derdor vegeriyayîn Sûriyê hebûn hatin tomarkirin.

Li gorî toreyê, rêjîma Esed “1132 bardux rêzgarkirin û 784 bardux man girtî, û 638 ji wan bûn barduxên wenda bûna bi darê zorê”, hindek ji wan rewşa xwe ya ewlehî ser rast kirin, her wiha şehadeta 15 baeduxan di bin işkencanê de tomar kir, 11 ji wan bi sedema işkencanê jiyana xwe ji dest dan dema ku ji Libnanê vegeriyan.

Raportê anî ziman, ku piraniya kesên vegeriyan bi sedema fiçarên ku toşî wan dibû, eger ji deverên penaberiya ku rojane rastî bombebaran dibû ji aliyê hêzên Esed û zordariya Rûsyayê û nexweşiya jiyanê, û fiçarên dewletên derdor ji “kêmbûna alîkariyê û xizmetguzariyan, zêdebûna rêjeya gef û nijadbûnê derheqê penaberan de”.

Toreyê daxwaz ji encumena ewlehî û netewên Yekbûyî kir, li ser dîtina ” çareseriyekî siyasî dilovan mafê van kesên derbeder biparêze ji nehêlana desthilatdariya niha”, û xwe westînên ji bo diyar kirina kiryarên rêjîma Esed ji “oprasiyonên şelandina rêxistinan û gihurîna civakî û dîmoxrafî”.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل