Şehîd li Xan Şêxon û kuştî di nav hêzên Esed de li gundewarê Hama yê

فريق التحرير7 أغسطس 2019آخر تحديث :
Bilindbûna Dûman ji ber armanckirina bajarê Xan Şêxon bi aviştokên moşekan ji alîyê hêzên Esed ve 23/Sibata/2019 – lens: Alaa fattrawi- horrya press

Horrya press:

Sê welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn,roja sêşemê, di êrîşekî hewayî ji aliyê balafirên zordariya Rûsyayê li ser derdora bajarê Xan Şêxon li gundewarê başûrê Idlibê.

Nûçegehanê “horrya press” li Idlibê diyar kir, ku hêzên Esed bi piştgiriya balafirên zordariya Rûsyayê bi mûşekên Barût bajarê Xan Şêxon û gundên Medaya û um zeytûn û bajarokên Eltemanaa û Elşêx dams û derdora Tehtaya li başûrê Idlibê armanckir.

Sê welatiyên sivîl bi êrîşeke wekhev ji aliyê balafirên şer yên Rûsî li ser gundê Litmîn li gundewarê bakurê Hamayê birîndarbûn, her wiha çar welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn, duh roja duşembê, di êrîşekî hêzên Esed bi Bermîlên teqîner li ser bajarokê Mork li bakurê Hama yê .

Peyamnêrê “horrya press” li Hama yê tekez kir, ku hêzên Esed bi aviştokên moşekan gundên Eldeqmaq û Elhimîdoyê û Xerbet Elnaqos li gundewarê rojavayê Hama yê û bajarê Kafrzîta li gundewarê başûrê Hama yê .

Li gor nûçegehanê me, hêzên Esed û hêzên zordariya Rûsyayê bi bermîlên teqîner girê Kepîna li bakurê Laziqiyê armanckir, tevî ku bi aviştokên moşekan bajarokê Heyan li gundewarê bakurê Helebê êrîşkir.

Di mijareke din de, odeya oprasiyon Elfetihu mobîn şandekek efserên rêjîma Esed li bajarokê Elqesabiya li gundewarê Hamayê bi mûşek û topên giran armanckir.

Her wiha eniya Rizgarîya Netewî, armanckirina xalên rêjîma Esed li Corîn û eyn Selîmo û Elhakora û xalên din li deşta El-Xab bi Kulîlkên gulebaranê û kuştin û birîndarbûna hijmarek ji wan ragihand.

Ev êrîşên dijwar tên, piştî ku rêjîma Esed, roja duşembê, di daxuyaniyekî de li ser malpera wezareta berevaniya rêjîmê ragihandî, ku wê “oprasiyonên leşkerî rakir” li dijî yên bi navê “rêxistinên terorîst” nîşankirî kir li Idlibê.

Hêzên rêjîma Esed Peymana agirbestê binpê kir ji roja yekê ji ragihandina agirbestê ,roja pincşembê, bi êrîşkirina sivîlan li ser çend xalan, ku di encamê de hijmarek ji welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, tevî hewldanekê pêşketinê li ser mihwerê Ecaz û Elmişîrfa li gundewarê rojhilatê Idlibê, di dema ku endamên şoreşger peymana rawestandina agir ranekirin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل