“Astana13” bal dikşîne ser parastina sivîlan li dijî binpêkirinên Esed

فريق التحرير3 أغسطس 2019آخر تحديث :
Xwebexşek ji parastina sivîl zarokekî qurtalkirî ji bombebaranên balafirên şer li ser bajarê Arîha li parêzgeha Idlibê hildigre,roja çarşemê 24/Tebaxa 2019

Piştî ketina agirbesta, ku hatî ragihandin bi qebûlkirina rêjîma Esed û pêşwazikirina Moskoyê, nîva şeva pêncşem- înê ket li ser xêza bicihînanê, roja Înê daxuyaniya dawiy ya gera 13 ji hevpeyvînên Astana ji bo karûbarê Sûriyeyê hat li darxistin, ya ku paytexta Kazaxiyê “Noor Sultan” herdu rojên dawî mêhvandarî kirî.

Li civînan de, şandên dewletên kefîl Tirkiya û Rûsiya û Iran beşkdarbûn, tevî rêjîma Esed û oposizyona Sûrî, her wiha Urdun û Libnan û Iraq jî wek çavdêr yekem car hazirbûn.

Aliyên hazir rêkeftin li ser rêvebirinên berdest birin ji bo nehêlana ketina birîndaran di nav sivîlan de li deverên kêmkirina şer li Idlibê û kefîlkirina parastina nefer û leşkerên dewletên kefîl û rawestandina agir, lê di heman demê de bombebaranan deverên gundewarê Hama û Idlibê armanckirin.

Di daxuyaniya dawî ya gera 13 ji hevpeyvînan de hat, ku hevpeyvînan pêşketinek kir di warê destnîşankirina sîstemê karê komîteya destûrî a Sûrî, û her wisa tekeziya pêgiriya dewletên kefîl li ser “yekîtiya Sûriyeyê û serokatiya wê û aştiya erdên wê” nû kir.

Daxuyaniyê pêşwazî li oprasiyona pêgûhartina girtiyan ya ku Şamê û oposizyonê bicihînayî kir, tevî ku nîşan da li ser pêwistiya berdewamî û pêşkeftinên tîma kar ya “hevdîtinên Astana” bikin.

Daxuyaniyê anî ziman, ku dewletên kefîl Rûsya û Tirkiya û Iranê pêşveçûnên bakur-rojhilatê Sûriyeyê kir, û rûn kir li ser sergirtinên xwe li ser “rûbirûbûna pilanên ji cudabûnê ya ku dixwaze serokatiy Sûriyeyê û erdê wê dabeşbike û ziyanan bighîne netewa dewletên derdor”.

Hêjaye gotinê, ku gera 14’ê ji hevpeyvînên Astana li bajarê Noor sultan di meha tişrîna yekê de wê werê lidarxistin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل