Zordariya Rûsyayê 3 paramedics kuştin û êrîş gundewarê Hama û Idlibê dişewitîne

فريق التحرير28 يوليو 2019آخر تحديث :
Bombebaranên mûşekî bajarê Kafrzîta li bakûrê Hamayê armanckir- lens : Welîd Abo Hemam – horrya press

Horrya press:

Sê karkerên di rêxistina çarekirinê de li bajarê “Kafrzîta” ,roja şembiyê, hatin kuştin di êrîşekî de ku ji aliyê balafirên zordariya Rûsyayê ve hatibû encamdan.

Li gorî nûçegehanê “horrya press” li Hamayê: Abd Elbasit Xalid Mobarek” û “Mistefa Elî Elhesen” û “Silêman Muhemed Elmuhemed” hatin kuştin ji ber êrîşên hewayî ji aliyê balafirên zordariya Rûsyayê li ser bajarê Kafrzîta li gundewarê bakurê Hamayê.

Balafirên rêjîma Esed û bi piştgiriya balafirên zordariya Rûsyayê êrîşên mûşekiyên tîr li ser gund û bajarokên Elqahîra, Til west, Elmensûra, Mork û derdora bajarokê Qeston, Kafrzîta, Letmîn, Elziyara, Elhoş, Elemîqa û Elmenara li gundewarê bakur û rojavayê Hamayê.

Di mijarekî nêzîk de, hijmarek ji endamên hêzên Esed hatin kuştin û birîndar bûn ,roja şembiyê, ji ber ku şoreşgeran çend xalên Esed li gundewarê Hamayê armanckir.

Her wiha şoreşgeran duh roja Înê xalên hêzên Esed û milîsên Rûsyayê li “Elsqîliya” û “Sehlib” û “Mehreda” û “Nehir elbarid” û ” qesabiya” û “Elhemamìyat” û “corîn” bi mûşekên Girad û topên giran armanckir, ku di encamê de kuştî û birîndar di nav refên wan de ketin.

Tê zanîn ku êrîşên li ser Idlib û Hama û Helebê ji aliyê hêzên Esed û Rûsiyayê ve zêdebûye bi şêweyekî mezin li ser deverên çalak, ku di encamê de û di heyama deh rojên borî de zêdetir ji 141 welatiyên sivîl piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin, ew jî li gorî serjmara “Komên Şoreşgerên Sûrî” , tevî derketina Nexweşxane û xalên tenduristî û navendên parastina sivîl ji xizmetê ji ber armanckirina wan ji aliyê balafirên zordariya Rûsyayê.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل