Kuştî û birîndar li bakûrê Sûriyeyê û ziyan di nav Rûsiya û Esed de

فريق التحرير27 يوليو 2019آخر تحديث :
Topbaranên moşekî bajarê Kafrzîta li bakûrê parêzgeha Hamayê armanc dike – lens: Welîd Abo Hemam – horrya press:

Horrya press:

Endamên Fathûl Mobîn ,roja Înê, leşkergehekî milîsên Rûsyayê li Til hemamat li gundewarê Hamayê armanckir, bo sedema kuştina hijmarek ji endaman û birîndarbûna hindek din.

Nûçegehanê “horrya press” li Hamayê aşkare kir, ku endamên oposizyonê bi mûşekên Girad û topên giran xalên hêzên Esed û milîsên Rûsyayê li Alsiqîlibîya, Sehlb, Mehreda, Nahir bard, Alqesabîya, hemamat û Corîn êrîşkirin.

Ji aliyekî din ve, du welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn ji ber êrîşên balafirên şer yên hêzên Esed li ser gundê Elbewabîya li gundewarê başûrê Helebê, tevî êrîşên li ser gundê Elberqûm û derdora bajarokê Elîs di heman deverê de.

Her wiha sivîlek hat kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn ji ber êrîşên hewayî ji aliyê hêzên Esed ve li ser bazarê Elhol li bajarê Seraqibê li gundewarê rojhilatê Idlibê, ku bo sedema rawestandina xotbê li çend bajar û bajarokan ji ber berdewamiya êrîşan.

Peyamnêrê me tekez kir, ku du welatiyên sivîl hatin kuştin li bajarê Kafrzîta li gundewarê bakûrê Hamayê ji ber êrîşên hewayî bi topên Fisforî ji aliyê xalên hêzên Esed li leşkergeha Birîdic li gundewarê Hamayê, di heman demê hêzên Esed bi piştgiriya zordariya Rûsyayê bi top û mûşekan bajar û gund û bajarokên Kafrzîta, Elhebît, Elletamnaa, Elzikat, Elsirmaniya, Til Milh, Hesraya, Elcibîn, Mirk, Lehaya, Markiba ü Elerbiyîn li gundewarê Hamayê.

Netewên Yekbûyî beriya demekî ji heman rojê de ragihand, ku êrîşên hewayî ji aliyê hêzên Esed û hevalbendên wê bo sedema kuştina zêdetir ji 103 sivîlan di 10’an de.

Tê zanîn ku êrîşên li ser Idlib û Hama û Helebê ji aliyê hêzên Esed û Rûsiyayê ve zêdebûye bi şêweyekî mezin li ser deverên çalak, ku di encamê de û di heyama deh rojên borî de zêdetir ji 141 welatiyên sivîl piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin, ew jî li gorî serjmara “Komên Şoreşgerên Sûrî” , tevî derketina Nexweşxane û xalên tenduristî û navendên parastina sivîl ji xizmetê ji ber armanckirina wan ji aliyê balafirên zordariya Rûsyayê.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل