Şewtandina gelêşên “Rodko” bûye cihê nerehetiya xelkê Qamişlo

فريق التحرير22 يوليو 2019آخر تحديث :
Şewtandina gelêş li Rodko nêzîkî Qamişlo bûye cihê nerazîbûnê li cem xelkê – Horrya press

Samya lawand- Horrya press:

Bi hezaran tonan ji gelêş li devera Rodko ya ku bi tenê 12km dûrî bajêrê Qamişlo ye komdibe, û kombûna wê vedgerê berya şoreşa Sûrî û berya ku “rêveberiya xweser” kontrolê li ser parêzgeha Hesekê bike, ya ku bûyî cihê metirsiyê li ser xelkê bajêr piştî rabûna hindek kesan bi şewtandina wê ji ber ji gelêş xelas bibin.

Berdewamiya şewtandina gelêş bi şêweyekî rojane bûye jêderekî diltengiyî li cem xelkê bajêr yên ku hijmara wan ji 88 hezaran zêdetir e, nexasim yên ku li nêzîkî wê dijîn û rojane bihna gazên jê tê wek gaza Mîsan û kerbonê, tevî gelek gazin jehir dikin, ev bû sedem ku çalakvan li ser toreyên civakî haştagekî belav bikin ji bo çareseriyek ji vê Pirsgirêkê re were danîn.

“Abdul Ehad Ishaq” serokê Şaredariya Qamişlo li ser vê babetê ji bo horrya press diyar kir ku :”ev dever kevnare bi hezaran Tonan gelêşên Kevin û nû têde heye, û rojane ji 220 ta 240 ton gelêş tê avêtin li vê deverê”.

Her wiha berdewam kir û got :” hindek malbatên belengaz hene yên ku ji Idlib û Dêrazorê awerebûyîn pariyê nanê xwe ji gelêş tînin bi riya firotana tiştên tên firotin, û tişta zêde ji bo hesaniya dûvçûnan roja din vî gelêşî dişewitînin, û dibe cihê nerazîbûna xelkê “.

“Samir Ehmed” yek ji xelkên taxa Hilîliyê ye -yek ji taxên bajarê Qamişlo- ji bo horrya press ragihand :” ev dever hew çend mitreyan dûrî bajêrê Qamişlo ye, li derdora wê bîrên ava vaxwarnê hebûn, sala paş hatin rakirin ji ber qirêjê, em daxwazê ji rêveberiya xweser dikin ku Çareseriyekî ji bo vê Pirsgirêkê bibînin û bi taybetî jî dûrê bîrê avê bikin”.

Serokê şaredariy Qamişlo aşkere kir ji bo horrya press :” me pirojeyekî istratîcîk heye ji bo pirsgirêka gelêşê Rodko bi şêweyekî zanistî, ew hatiye îmzekirin bi endazîyar Tonî ilyas re û di navbera desteyên şarederiyê, û piroje berv sazkirinê be diçe”.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل