Kuştî û birîndar ji ber êrîşên giran li ser gund û bajarokên Idlibê

فريق التحرير21 يوليو 2019آخر تحديث :
Avahiyek li bajarê Cisir Elşixor li parêzgeha Idlibê toşî yek ji mûşekên balafirên şer yên Esed bû ,roja Çarşemê 10 Tirmeha 2019’ê – lens: Alaa fattrawi- horrya press.

Horrya press:

11 welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn ,roja yekşemê, ji ber bombebaranên giran yên hêzên Esed û zordariya Rûsyayê li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê.

Li gorî nûçegehanê “horrya press” li Idlibê, balafirên şer yên Esed bi çend mûşekan êrîşî bajarê Seraqib û bajarokên Urm Elcoz û kfroma û Marşorîn kir, ku di encamê de 6 welatiyên sivîl li Urm Elcoz hatin kuştin û çar kesên din li Kfroma di nav wan de zarokek hebû hatin kuştin, tevî ku hijmarek ji welatiyên sivîl birîndarbûn li çend deveran neh ji wan li Seraqibê bûn, herwiha gund û bajarokên Kirsaa, Elşêx mistefa, Maart Hurma û Neqîr toşî bombebaranan bûn.

Her wiha bajarê Kafrnabal jî toşî bombebaranên giran bi Beramîlên teqîner û mayînên avê bi şêweyekî berdewam ji aliyê balafirên Esed ve hatin, di oprasiyonekî hovane de ya ku gund û bajarokên gundewarê Idlib û Hamayê rastî wê tên.

Tê zanîn ku balafirên zordariya Rûsyayê dest bi çend êrişan li ser bajarê Xan Şêxon û bajarokên Cibila û Elqesabiya û Erneba kir, ku di encamê de rojnemevanekî xwebexş li parastina sivîl de li bajarê Xan Şêxon hat kuştin, tevî ku çend kesên din jî birîndarbûn.

Ev tê di demekî de ku hêzên Esed û Rûsiyayê bombebaranên xwe li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlib û Hamayê berdewam dike, ku di egerê de çend welatiyên sivîl birîndarbûn di gel şehîdbûna rojnemevanekî.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل