“Oposizyon” hêzên Esed li Heleb û Hamayê êrîş dike

فريق التحرير16 يوليو 2019آخر تحديث :
Topbaranên moşekî li ser bajarê Kafrzîta li bakurê Hamayê – lens: Welîd Ebu Hamam – horrya press

Horrya press:

Jora oprasiyona şerê “Elfetih ulmobîn” tekez kir, ku komên hêzên Esed û hêzên Rûsyayê li devera bajarê Mehreda û leşkergeha Corîn û gundên Elbehsa û Foro û Elhoyîz li gundewarê Hama yê bi mûşekên Elgrad û topên giran armanckir, herweha leşkerên oposizyonê ragihandin, ku wan endamek ji milîsên Rûsî li ser eniya Elhoweyîz li gundewarê rojavayê Hamayê kuşt.

Nûçegehanê “horrya press” li Hamayê diyar kir, ku peşeke nû ji hêzên Artêşa Eliza gehişt eniyên şer li gundewarê bakurê Hamayê, ji bo bersingerkirina êrîşên berdewam yên Rûsyayê, piştî ku çend rahênanên leşkerî birin ji bo şer.

Ji aliyekî din ve, hêzên Esed û hevalbenda wê Rûsiya bi mûşekên Barût û topên giran û birmîlên teqîner û aviştokên Hawinê bajarokên Til milih û Elseyad û herdu bajarên Kafrzîta û Mork û gundên Elhiwîca, Elhoş, Elzekat, Elcibîn û Elerîma û derdora gundê Elerbiyîn li gundewarê bakur û rojavayê Hama yê armanckir, di heman demê de balafirên sehkirinê li ser deverê difirîn.

Hêzên Esed di gel hêzên zordariya Rûsyayê bi mûşekên barût û topên giran bajarokê Elnacîya li gundewarê rojavayê Cisir elşixor û bajarê Xan Şêxon, tevî bajarokê Rekaya sicna li gundewarê Idlibê bombebaran kir.

Peyamnêrê horrya press li Helebê nîşan da, ku zarokekî temen 13 salî li bajarokê Elîs li gundewarê başûrê Helebê ji ber tirsa şer di dema bombebaranên rêjîmê li devera Elbelda bi mûşekan êrîş dikir jiyana xwe ji dest da.

Herweha nûçegehanê me da zanîn, ku hêzên Esed yên li çiyayê Azan dimînin bi topên giran gundê Til Bacir û Cizriya û Xelsa û Elhemîr li gundewarê bakurê Helebê bombebaran kir.

Tê zanîn ku hêzên Esed û milîsên wê bi piştgiriya Rûsiyayê oprasiyoneke leşkerî giran li ser deverên derveyî kontrola xwe li parêzgehên Hama û Idlibê dike, ku di encamê de bi sedan welatiyên sivîl hatin kuştin, tevî ku bi hezaran berv deverên sînorî bi Tirkiyayê re çûn.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل