Kuştî û birîndar di êrîşekî li ser kampên awareyan li gundewarê Idlibê

فريق التحرير10 يوليو 2019آخر تحديث :
Kampên awareyan li gundê Dêrelşarqî li gundewarê Idlibê toşî bombebaranan bû- parastina sivîl

Horrya press:

Sê welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn, roja sêşemê, ji ber êrîşên hewayî yên hêzên Esed li ser kampên awareyan li bajarokê Dêrelşerqî li gundewarê Idlibê.

Nûçegehanê horrya press diyar kir ku balafirên şer yên hêzên Esed êrîş li ser kampên awareyan li gundewarê rojhilatê Hamayê li bajarokê Dêrelşerqî kir, ku di encamê de du jin û zarokek hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn.

Herweha çend welatiyên sivîl birîndarbûn ji ber êrîşên hêzên Esed yên li gundê Elqesabîya dimînin bi mûşekên “Kornît” li ser du otombîlên sivîl li derdora bajarokê Elhebît li gundewarê başûr, û di heman demê de balafirên şer yên Esed çend êrîş li ser derdora bajarê Seraqib û devera Eltemanaa û bajarokên Şêx mistefa, Ernebîya, Hîş, kafirbetîx û cibila, ku di encamê de hijmarek ji welatiyên sivîl birîndarbûn.

Ev êrîş tên di demekî de ku balafirên zordariya Rûsyayê bajarê Xan Şêxon û derdora wê û bajarokên Rekaya sicna û Mitematir û derdora Eltemanaa bi gelek êrîşan armanc dike.

Li gundewarê Hama yê, peyamnêrê horrya press nîşan da ku bajarê Kafirzeyta û gundê Elcibîn rastî êrîşan bûn ji aliyê balafirên zordariya Rûsyayê, tevî ku bajarê Mork û gundên Til sexir, Elarbiyîn, Til milh û Elcisîyat li gundewarê bakur rastî topbaranên mûşekan bûn ji aliyê hêzên Esed ve.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل