Artêşa Libnanî Sûriyan diger ji bo amadekirina wan ji bo vegerandinê (Video)

فريق التحرير4 يوليو 2019آخر تحديث :
Hêzên ji artêşê Libnanî- Reuters

Horrya press:

Çalakvanan li ser torên civakî, roja pêncşemê, vebirên wênegirî belavkirin, ku têde diyar kirin çawa desthilatdarên Libnanî bi dehan welatiyên Sûrî li ser otombîlên Artêşê amadedikin ji bo vegerandina wan û da ku wan radestî rêjîma Esed bikin.

Dîmenan nîşan da, ku Artêşa Libnanî bi dehan zilam û ciwan li pêş balyozxana Kuweytê li Beyrûtê Kom kirin, û paşî ew li otombîlên leşkerî siwarkirin û berv cihekî nenas ve birin .

Tê zanîn ku rayedarên Libnanê di dema dawiyê de gelek penaberên Sûrî rawestandin bin hinceta ketina nav axa Libnanê bi qaçaxî, û vegerandina wan ji bo Sûriyeyê bi zorê û radestkirina wan ji bo hêzên ewlekariya rêjîma Esed, di heman demê de peyman û biryarên navneteweyî û metirsiyên li ser wan ji bîr kirin, herweha biryarên ku standîn ji bo hilweşandina konên penaberan.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل