Li rojhilatê Hesekê şeş kes hatin kuştin

فريق التحرير16 يونيو 2019آخر تحديث :
Wêneyeke agirî belavkirî li gundê Sahrîc Alsadî ya bi ser qeza Alyarobîya li gundewarê Hesekê ve

Hesekê – horrya press:

Şeş kes di nav wan de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin, û çend kesên din jî birîndarbûn, roja şembiyê, di agirên ku bi zeviyên çandiniyê li rojhilatê Hesekê vêketî de.

Çavkaniyên herêmî ji bo horrya press diyar kirin, ku 6 kes di nav wan de jinek jî hebû jiyana xwe ji dest dan, herweha çend kesên din jî birîndarbûn di dema Hewil didan ku agirê di zeviyên çandiniyê li gundên Alcewala (Krîvatî) û Til Alo li qeza Alyarobîa bivemrînin, di nav agirî de her yek ji “Raxib Alhemîd Alkdêrî”, û “Azîz Salih Aldamok”, û “Tariq abo salih”, û hevjîna “Kemo Alleyîl” ji gundê Alcawala hatin kuştin ji ber birînên dijwar bi sedema agirî, tevî ku du endamên milîsên Asayîşê “Mihsin Alşemerî” û “Aymen Alzîyab”.

Agir ,roja yekşemê, berv çend gundên din çû, ew jî evin: Til hemîs, Til Ahmed, Ferfera û derdora Til enber, herweha agirî duh bi hezaran hêktar li çend gundên derdora Alyarobîa darqurtandin, û gundên Amir, Til zeheb, Til Alhemdî, Alhuseynîya, Alsewami û Am Kihîf, di heman demê agirî 100 hizar donim ji zeviyên çandiniyê li qeza Alqihtaniya darqurtandin.

Tê zanîn, ku beriya 3 rojan agir li gundewarê Hesekê bo sedema kuştina cotkar “Bilal Suleman Almehmûd”, di dema ku Hewil dida ji bo vemrandina agirê ku di zeviyên wî li gundê “Abo Asî” li başûrê Qamişlo vêketî.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل