Agirî pariyê jiyana belengazan li Hesekê daqurtand….û lîstikvan nenas e

فريق التحرير11 يونيو 2019آخر تحديث :
Agir zeviyên çandiniyê li parêzgeha Hesekê bakur-rojhilatê Sûriyeyê daqurtandin – wêneyeke belavkirî

Samya Lawand – Horrya press:

Diyare ku Sînorojê ya agirî bi şêweyekî xobsipor hatiye nexişdan û ji hêla nivîskarekî şaraza ve hatiye nivîsîn. Li bakur-rojhilata Sûrîyê rojan agir di zeviyên çandiniyê dikeve, bi hezaran hektaran ji zeviyên parêzgeha Hesekê hatine şewtandin, û bûye sedema ziyanên madî yên mezin di pariyê belengazan bi tenê de.

Ev agir bi şêweyekî pile pile vêkevt, di destpêkê de li zeviyên çandiniyê yên herêmên derdora bajarê Hesekê yên ku rêjeya germatiyê têda bilind de vêkevt, da ku îro bigihe bajar û bajarokên din yên ku pileya germatiyê li wir kêmtire, bê ku lîstikvanê ku pile danî ji bo van dîmenên xemgîn were naskirin.

Tevî hewldanên tîmên agirkujîyê û ciwanan û xwediyên erdan, lê agir û baroveka bayê bihêztir bûn û bi hezaran hêkatr daqurtand, agirî di sêyê Hezîrana niha de li ser rêya navnetewî di navbera bajarên Hesekê û Qamişlo de destpêkir, û di encamê de qadên mezin ji zeviyên genim û cehî Şewitîn, û perê xwe da gundên “firo, Atîş û Şercî” li bakurê Hesekê, û li gorî xelkê deverê zêdetir ji 6 hezar doniman Şewitî, û carek din di heman deverê de li gundê “Sîxor” hat vêxistin li ser destê nenasan .

Agir di pêncê heman mehê de gehişt sêkoşeka gundên bajarên “Til temer, Amûdê, û Qamişlo” û roja din di heman mehê de agirî bi berhemên gundê “Aum asafîr” ya dikeve navbera bajarên Ras al-Ain “Serê Kanyê” û Til temerê de û herweha li gundê “Til goran” li bajarokê Til temer vêket, tevî gundê “Rengo” li rojhilatê Amûdê û gundên ” Mexloca, Colî, Til erbîd, Abu zeyd, Ankê û Xerbet xezal” li Hesekê, û gundê “Til elw şewax” li Qamişlo.

“Rêveberiya xweser” civîneke awarte ji bo gotûbêjkirina doza zêdebûna rêjeya şewatanê di berhemên çandiniyê de, û bi pênc biryaran derket ji bo kêmkirina agir û ziyanan, û belkî ji biriyara herî girîng ew bû, ku tankên sivîl ji bo alîkarîyê bike di vemrandina agirî de, tevî ku 72 saet wek derfet dan xwediyên derasa ji bo dest bi kar bikin .

Zincîra agirî û şewtandinê careke din ,roja duşemê, destpêkir, ta bigihe gund û bajarên di navbera bajarên Qamişlo û Dêrikê de, ew jî “gundik, Şêx dîn kirî, Mistefawiyê, kirzerkê, Batirzan, Lotka, gundikê seyd, Maşoq, Nibuaa, Beyaza mezin, gerdoka, Til berhim, sîha mezin, sîha piçûk, Lelîlan, girê pure abasî, xişniyê, Tokil, Ala qaws, girbawî” û gundên Koçerata li gundewarê Dêrikê.

Di nav banga xelkê û xwediyên zeviyan ji bo çareseriya van agiran de, “Rêveberiya xweser” li Hesekê , roja yekşemê, giştînameyeke din ji bo alîkarîya vemrandina agirî bi hemû alavan derxist, û di destpêka giştînameya xwe de diyar kir ku ev agir wek beşek ji siyaseta şer a aborî ye û bi şêweyekî rasterast gel armanc dike.

Belê, pariyê zehmet û dijwar yê ev saleke “çotkar” li benda wê ne gehişt destê wan û wenda bû, û lîstikvan ta niha ne hatiye naskirin, hew pirseke girîng dimîne : Kî wê ji cotkarî qerebû bike? An jî qerebûkirina wî li ser Xudê ye?!.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل