Tabûrên şoreşgeran li bakurê Hema pêş dikevin û ziyanan digehînin rejîmê û hevalbendên wê

فريق التحرير8 يونيو 2019آخر تحديث :
Aliyek ji seknandina tabûrên Eniya Rizgariya niştîmanî li ser eniyên şer li gundewarê rojavayê Hama yê- ev wêne ji wêneyên ofîsa ragihandinê a eniya Rizgarî ye

Hama – horrya press:

Tabûrên şoreşger û oposizyonê ,roja înê, bi dest qûnaxa duyem ji oprasiyoneke leşkerî berfireh li dijî hêzên rêjîma Esed û Rûsiya û Iranê li bakurê parêzgeha Hama yê kir.

Peyamnêrê “horrya press” ragihand, ku şoreşgeran serkeftin anî bi şkandina karwanekê ji cura “BMP” ya hêzên Esed li ser eniya Alclma li rojavayê Til Milh bi riya mûşekekî “Kornît” .

Li serê sibehê, tabûrên şoreşgeran tûşbûna balafireke leşkerî yên hêzên Esed ji cura “Soxoyî22” bi riya mûşekekî erd-esman li esmanê gundewarê bakurê parêzgehê ragihand.

Nûçegehanê me diyar kir, ku pevçûnên giran di navbera tabûrên şoreşger û oposizyonê de derketin ji aliyekî ve, û di navbera hêzên Esed û mîlîsên wê li ser xalên bajarokê Til Milh û Kafrhod ji aliyek din ve.

Tabûrên şoreşgeran duh pencşemê Karîn kontrolê li ser gundê Til Milh û Kafrhod û Alcebîn bike, û ziyanên mezin yên canî û madî bike di nav hêzên Esed û milîsên wê de.

Li gorî çavkaniyên rojnemevanî, serjimara ziyanên hêzên Esed û milîsên wê di şerên duh de gehişt zêdetir ji 60 efser û endaman.

Di heman demê de, balafirên zordariya Rûsyayê êrîşên hewayî li ser bajarê Mork û gundên Alzikat û Hasraya û Alarbin li gundewarê bakurê Hamayê kir, herweha balafirên hêzên Esed bajarê Mork û Kafrzîta û gundê Til Milh bi mûşekên Barût topbarankir.

Parêzgeha Idlib û gundewarê Hama û Helebê ji dawiya Nîsana borî ve oprasiyoneke zor ji aliyê hêzên Esed û milîsên Rûsyayê ve dibîne, di encama vê oprasiyonê de zêdetir ji 550 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi sedan birîndarbûn, tevî koçberbûna nêzîkî 350 hizaran ji malên xwe berev deverên sînorî, herweha bi dehan Nexweşxane û bingehên sereke hatin wêrankirin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل