Komkujiyeke li “Kafriwîd” ji aliyê balafirên hêzên Esed ve

فريق التحرير6 يونيو 2019آخر تحديث :
Endam ji parastina sivîl a Sûrî “Kumên Sipî” li ser jêbirina şûnwaran di xebitin û dûvçûnan li ser qurtalên gundê Ihsim li parêzgeha Idlibê piştî bombebaranên balafirên Esed li ser bajarokê ku sê welatiyên sivîl û çend kes têda hatîn birîndarkirin roja sêşemê 28/5/2019 dikin – lens : Hanîn Al-Sayed- horrya press

Idlib – horrya press:

Balafirên rêjîma Esed komkujiyeke hovane li bajarokê Kafriwîd li parêzgeha Idlibê kir, li roja duyem ji cejna remezana pîroz, roja çarşemê, di encamê de pênc kes hatin kuştin.

Nûçegehanê “horrya press” ragihand ku “pênc welatiyên sivîl (du zarok û sê pîremêr) hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn ji ber êrîşên hewayî ji aliyê balafirên şer yên hêzên Esed ve.

Peyamnêrê me berdewam kir, ku balafirên şer di saetên sibehê de her yek ji bajarokên Tarmila, Marat Hurma, Kirsaa û Naqîr û derdora bajarê Arîha û Xan Şêxon êrîşkir.

Li Hamayê, Nûçegehanê “horrya press” da zanîn ku “balafirên zordariya Rûsyayê bajarê Altmanah û gundê Alsihriya û Sahab bi mûşekên Barût armanckir, herweha bajarê Altmanah toşî topbaranên dijwar bi mûşekên giran hat.

Parêzgeha Idlib û gundewarê Hama û Helebê ji dawiya Nîsana borî ve oprasiyoneke zor ji aliyê hêzên Esed û milîsên Rûsyayê ve dibîne, di encama vê oprasiyonê de zêdetir ji 550 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi sedan birîndarbûn, tevî koçberbûna nêzîkî 350 hizaran ji malên xwe berev deverên sînorî, herweha bi dehan Nexweşxane û bingehên sereke hatin wêrankirin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل