Kuştî û birîndar li Hama û Idlib bi êrişên Esed û Rûsiyayê

فريق التحرير3 يونيو 2019آخر تحديث :
Êrîşên balafirên hêzên Esed li ser bajarê Altmanah li bakurê Hamayê- jêder : parastina sivîl.

Horrya press:

Balafirên Esed û zordariya Rûsyayê bi dehan êrîş li ser piraniya herêmên gundewarê Hama û Idlibê kir, ku di encamê de kuştî û birîndar di refên sivîlan de ketin.

Nûçegehanê horrya press diyar kir ku hêzên Esed, roja yekşemê, zeviyên çandiniyê li gundê Elzekat li gundewarê bakurê Hamayê bi mûşekan armanckir, ya ku bû sedema kuştina zilam û jinekê, tevî ku jineke din jî birîndarbû û ew ji koçberên bajarê Altmanah bûn.

Bajarên Altmanah û Kafrzîta û gundê Şehrenaz li çiyayê Şehşebo toşî çend êrîşan ji aliyê balafirên hêzên Esed û balafirên Rûsyayê bûn, hew ziyan madî bûn.

Herweha balafirên şer yên hêzên Esed çend êrîş bi mûşekan li ser gund û bajarokên: Xan Şêxon, Kafrnabal, Almlaca, Ihsim, Maarşorîn, Kensifra, Hezarîn, Termella, Marat Hurma, Alşêx mistefa, Kafralta, Sefohên û Heriş Benin kir, ku di encamê de du welatiyên sivîl birîndarbûn û tevî zirarên mezin di avahiyan de.

Êrîşên balafirên şer bûn sedema agirî di zeviyên çandiniyê de li bajarokê Maarşorîn li gundewarê Idlibê.

Ev tê di nav oprasiyoneke leşkerî hovane ji aliyê hêzên Esed li ser deverên di bin kontrola wan derketî de li gundewarê Hama û Idlibê, ji bo kontrolê bi alîkariya Rûsyayê li ser bike bi riya komkujiyên hovane derheqê welatiyên sivîl de.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل