Komkujiyên hêzên Esed û Rûsiyayê berdewamin… bi dehan kuştî û birîndar li Idlibê

فريق التحرير30 مايو 2019آخر تحديث :
Tîmên parastina sivîl dîvçûnan li ser qurtalên di bin şûnmayên malên wêrankirî li bajarokê Kafriya piştî êrîşên balafirên Rûsyayê dikin- lens : Alaa fattrawi- horrya press.

Idlib – horrya press:

Bi dehan kuştî û birîndar di nav welatiyên sivîl de jiyana xwe ji dest dan bi êrişên berdewam ji aliyê hêzên Esed û bi piştgiriya balafirên Rûsyayê li ser gund û bajarokên Idlib û bakurê gundewarê Hama yê.

Li gorî Alaa fattrawi nûçegehanê ” horrya press” li Idlibê balafirên şer yên Esed komkujiyeke hovane sibeha roja çarşemê kir, di encamê de heft welatiyên sivîl hatin kuştin di nav wan de pênc jin û zarokek jî hebûn li gundê Serca li çiyayê Zawiya başûrê parêzgeha Idlibê, herweha topbaranên balafirên şer bo sedema kuştina 3 sivîlan bav û du zarok ji yek malbatê li bajarokê Elbara başûr-rojavayê Idlibê, tevî ku du şehîd li bajarokê Misêbîn ya bi ser Arîhayê ve ketin, di gel kuştina zarokekî li Hezarîn li başûrê Idlibê.

Peyamnêrê “horrya press” berdewam kir, ku balafirên rêjîma Esed bingehê xestexaneke piçûk li gundê Marat Hurma armanckir, herweha bi mûşekan xalekî tenduristî li bajarê Xan Şêxon li gundewarê başûrê Idlibê êrîşkir, bê ku çi birînan tomar bike.

Êrîşên balafirên şer yên Rûsyayê û balafirên Esed, roja çarşemê, bi dehan dever vegirt, di nav de :Serca, Marat Hurma, Kafrsicna, Kensefra, karxana qermîdan li rojhilatê Arîha, Sifohin, Ishim, xan Şêxon û Hebît.

Hêzên Esed zêdetir ji 200 welatiyên sivîl duh sêşemê kuştin, ji ber êrîşên hewayî û topbaranên moşekî û tankan li ser herêmên sivîl li her yek ji parêzgehên Idlib û Heleb, di nav wan de neh zarok hebûn, di gel ku rêjîma Esed komkujiyeke hovane li bajarokê Kafrheleb li rojavayê parêzgeha Helebê kir, dema ku bazarê gerêlî li bajarokê pişya demê bang danê bi saetekî armanckirî.

Oprasiyona ku hêzên Esed bi piştgiriya Rûsiyayê meha Nîsana borî de dest pê kirî, bo sedema kuştina zêdetir ji 500 welatiyên sivîl li parêzgehên Idlib û Hama û Heleb li gorî komên şoreşgerên Sûrî, tevî derbiderbûna bihtir ji 350 hezar kes ji malên xwe berev deverên sînorî.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل