Komkujiyeke hovane li Kafrheleb û êrîş li ser Idlibê berdewamin

فريق التحرير29 مايو 2019آخر تحديث :
Endamên “Kumên Sipî” qurbaniyên komkujiya Bazara gerêlî li bajarokê Kafrheleb rakirin, ya ku 10 şehîd têda çûn wekî serjimara yekmîn ji ber êrîşên hewayî ji aliyê balafirên Esed ve ,roja sêşemê, 28/5/2019 – parastina sivîl a Sûrî.

Heleb,Idlib – horrya press:

Hêzên Esed komkujiyeke dijwar û hovane li bajarokê Kafrheleb li rojavayê parêzgeha Helebê ,roja sêşemê, pêkanî, ya ku bazara gerêlî li bajarokî pişiya demê fitarê bi saetekî armanckir.

Nûçegehanê “horrya press” ragihand, ku balafirên şer yên rêjîma Esed bazarê gerêlî li navenda bajarokî bi mûşekên teqîner êrîşkir, di encamê de bi kêmanî 10 welatiyên sivîl hatin kuştin, di nav wan de 3 zarok û du jin jî hebûn, tevî hebûna birîndaran.

Çavkaniyên herêmî dîtina termên Şewitî ji bombebaran tekez kirin.

Peyamnêrê me berdewam kir, ku welatiyekî sivîl hat kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn ji ber bombebaranên hewayî li ser gundê Albewabiya li gundewarê başûrê Helebê, herweha derdora bajarê Aletrab û Albab û bajarokê Xelsa rastî topbaranan ji aliyê Tankên hêzên Esed ve hatin, di egerê de zarokek hat kuştin û çend welatiyên sivîl hatin birîndarkirin.

Li Idlibê, 4 welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn ku piraniya wan zarok bûn, bi sedema êrîşên giran ji aliyê hêzên Esed li ser çend deveran li parêzgehê, herweha ji ber van êrîşan nexwşxaneyek li bajarê Kafrnabal ji xizmetê ket.

Nûçegehanê “horrya press” nîşan kir, ku balafirên Helîkopterên hêzên Esed bajarokê Sifohin bi Beramîlên teqîner armanckirin, di encamê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndarbûn di nav wan de xwebexşek ji parastina sivîl jî hebû.

Balafirên şer her yek ji bajarê Xan Şêxon û gund û bajarokên Kafriweyd, Arminaya, Xan elsebil, Hîş û Maartmatir êrîş kir, ku di encamê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin (du zarok û jinek) li Xan elsebil û Maartmatir, û herweha çend kesên sivîl ku piraniya wan zarok bûn li van hemû deveran birîndarbûn.

Bajarokê Kafrnabal êrîşeke hewayî dijwar û giran bi mûşekên Barût û bermîlên teqemenî dît, ya ku bû sedema wêrankirineke mezin di avahiyan de û derketina Nexweşxaneya Elhikma ji xizmetê bi temamî.

Di rêveçûna axavtinê de, encumena xwecihî li bajarokê Marat Hurma berya demekê bajarok wekî devereke karesat ragihand bû, ew jî di daxuyaniyekî de têda gotibû ” ji ber êrîşên giran li ser bajarokê ji aliyê hêzên Esed û hevalbendên wê ve wêrankirineke mezin di mal û molk û bingeha bajarokê çêbibû, em bajarokê wekî devereke karesat radighînin”.

Encumenê bang li “rêxistinên mirovahî û mafsazan kir, ku bi berpirsiya xwe li beramber xelkên bajarokê yên ku piraniya wan derbiderbûn di bin daran de bê ku malek hebe wan ji germatî û sermayê bi parêze rabin”.

Li gundewarê Helebê, nûçegehanê horrya press diyar kir, ku sivîlek hat kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn ji ber topbaranên hewayî li ser gundê Albewabiya li başûrê gundewarê Helebê, herweha derdora bajarê Aletrab û albab û bajarokê Xilsa rastî êrîşan Tankên hêzên Esed hatin, ku di encamê de zarokek hat kuştin li Albab û çend birîndar di refên sivîlan de ketin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل