Balafirên Esed komkujiyeke hovane li Arîha kir

فريق التحرير28 مايو 2019آخر تحديث :
Xwebexşek ji “Komên Sipî” yek ji birîndarên ji ber êrîşên hewayî ji aliyê balafirên Esed ve li bajarê Arîha çaredike, roja duşemê, 27/5/2019 – parastina sivîl a Sûrî

Horrya press- Idlib:

Hêzên Esed li bajarê Arîha li parêzgeha Idlibê komkujiyeke hovane li ,roja duşemê, pêkanî tevî berdewamiya zordariyê li ser her yek ji parêzgehên Hama û Idlibê.

Nûçegehanê “horrya press” li Idlibê ragihand ku balafirên Artêşa Esed bajarê Arîha bi çend mûşekên teqîner armanckirin, ku di encamê de 6 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi kêmanî jî 20 kesên din birîndarbûn, û diyar kir ku hindek kesên din di bin malên herfî de mane û tîmên parastina sivîl ji bo derxistina wan dixebite.

Peyamnêrê me herweha diyar kir heşt balafirên Helîkopterên Artêşa Esed bajarokê Marat Hurma bi Beramîlên teqîner armanckir, û amaje bi hebûna hijmarek ji welatiyên sivîl di bin malên herfî de kir.

Di heman demê hêzên Esed zordariya xwe li ser deverên tejî akincî li Idlibê berdewam kir, balafiran bajarokê Kensfra bi mûşekên Barût û dijwar êrîş kir, herweha bajarê Kafrnabal bi çend mûşekan armanckir yek ji wan Barût bû, ji aliyê xwe ve bajarokên Kafrsicna û Ihsim û Krseaa rastî êrîşan ji aliyê balafirên şer ve hatin.

Hêzên Esed duh roja yekşemê li bajarê Maart AlNiman komkujiyeke hovane pêkanî, di encamê de 6 kes hatin kuştin û 38 kesên din jî birîndarbûn bi birînên cuda cuda, ji ber çar êrîşên hewayî ji aliyê balafirên şer yên Artêşa Esed ve.
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل