8 kuştî û birîndar di êrîşeke giran de li ser gundên Idlib û Hama

فريق التحرير23 مايو 2019آخر تحديث :
Derxistina laşê du zarokan ku di encama bombebaranên hêzên Esed de li ser bajarokê Kafrawîd li gundewarê Idlibê hatibûn kuştin- jêder : parastina sivîl

Horrya press:

Heşt welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn, roja pêncşemê, bi sedema bombebaranên giran ji aliyê hêzên Esed ve li ser piraniya gundewarê Hama û Idlibê.

Nûçegehanê horrya press diyar kir ku 3 sivîl hatin kuştin di nav wan de jinek ji hebû û çend kesên din jî birîndarbûn di encama bombebaranên dijwar bi mûşekên Barût ji aliyê hêzên Esed ve li ser bajarê Kafrnabal.

Herweha balafirên şer bajar û bajarokên gundewarê başûrê Idlibê armackirin, di encamê de welatiyekî sivîl hat kuştin û du kesên din jî birîndarbûn li bajarokê Hîş, û du sivîlên din li bajarokê Kafrsicna û du zarok li bajarokê Kafrawîd hatin kuştin, tevî ku hijmarek ji welatiyên sivîl li Martmatr û Marat Hurma birîndarbûn, lê çi agahî ne gehiştin li ser ketina birîndaran ji ber bombebaranên li ser bajarokên Marat El-numan û Xan elşêxon û bajarokên Termila, Armnaya, Habît, Rekaya û derdora Kafruma.

Dema ku hijmarek ji welatiyên sivîl li gundê Arînya li gundewarê Idlibê birîndarbûn, ji ber armanckirina wan ji aliyê balafirên Helîkopteran bi Beramîlên teqîner.

Peyamnêrê horrya press li Hama yê amaje kir, ku balafirên şer yên hêzên Esed gundê Şehrenaz û Mîdan elxezal li rojavayê Hama yê êrîş kir, herweha balafirên Helîkopteran gundê Elsayad bi Beramîlên teqîner topbaran kir, di heman demê de Tankên hêzên Esed bajarên Kafrzîta û Ellatamna li bakurê Hama yê armanckir, di encamê de zarokek li Kafrzîta birîndarbû.

Ev di dema berdewamkirina şer di navbera Şoreşgeran û hêzên Esed de li ser çend xalên şer li gundewarê Hama yê tê , ji ber hewldanên Esed ji bo pêşketinê, di gel topbaranên giran ji aliyê balafiran ve.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل