Bi dehan kuştî û birîndar…rêjîma Esed bi kuştina Sivîlan heyfa şkestinên xwe distîne

فريق التحرير23 مايو 2019آخر تحديث :
Çaregirek bi romalkirina yek ji her çar kuştiyên bi êrişên hewayî ji aliyê balafirên Esed ve rabû li ser bajarê Saraqib li parêzgeha Idlibê roja çarşemê 22/5/2019 – lens: Alaa fattrawi- horrya press

Idlib- Horrya press:

Bi dehan kuştî û birîndar ji sivîlan li parêzgeha Idlibê roja çarşemê, bi topbaranên hovane ji aliyê balafirên şer yên hêzên Esed li ser deverên tejî akincî ket, di demekî de ku hêzên Esed jî şkestineke mezin li ser eniyên şer beramber êrîşên endamên oposizyon û şoreşgeran hat.

Li Saraqibê; nûçegehanê horrya press ragihand, ku :” bi kêmanî çar sivîl hatin kuştin, û zêdetir ji 20 tên din birîndarbûn bi birînên cuda cuda, ji ber balafirên şer yên Esed sê êrîşên hewayî avêtin li ser bajêr bi mûşekên teqîner, ya ku bo sedema şewtandin û xisareteka mezin ya madî di mal û molkên sivîlan de.

Di Marar Hirma li başûrê Idlibê, du zilam hatin kuştin bi egera êrîşên hewayî ji aliyê balafirên Esed ve li ser bajarokî, herweha zilamek jî hat kuştin û 9 kesên din jî birîndarbûn bi sedema êrîşên asmanî ji aliyê balafiran ve li ser bajarê Cisir AlŞixor û gundê Iştibreq ya nêzîkî wê li gundewarê rojavayê Idlibê, tevî herdu bajarokên Alsahin û Aîn Larwaz, di encamê de zarokek birîndarbû û xisaretekî mezin ket mal û molkên sivîlan de.

Tîmên parastina sivîl bi lez laşê kuştiyan rakirin û birîndar berf nêzîktirîn xala tenduristî birin, herweha hewl dan ku agirî bivemrînin û rêkan li pêşya wan vekin.

Balafirên Esed li sibeha roja çarşemê komkujiyeke hovane li bajarê Maart AlNiman pêkanîbû, û peyamnêrê “horrya press” aşkare kir ku :” balafirên şer yên Esed bazarê Maart AlNiman û taxên wê bi mûşekên teqîner saet du yê şev armanckir bû, di encamê de 11 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndarbûn ku birîna hindek ji wan dijwar bû.

Li ser erdê, leşkerên oposizyonê sibeha roja çarşemê şîyan ku çend deveran ji gundên bakurê Hama yê piştî şerên giran bi hêzên Esed re rêzgarbikin, û şkestinekî mezin bikin di nav hêzên Esed de.

Herweha peyamnêrê “horrya press” diyar kir ku şoreşgeran li Hama yê bajarokê “Kafrnaboda” piştî şerekî giran li ser xalên hêzên Esed li herêmê kontrol kirin, şoreşgeran duh dest pê kiribûn û berdewam bû ta sibeha îro.

Nûçegehanê me berdewam kir ku rêjîmê dehên kuştiyan dan li Kafrnaboda, tevî ku hijmarek mezin ji leşkerên wî hatin dîl kirin di nav wan de efserek bi pileya Aqîd bi navê “Abdulkarîm Silîman” hebû, û amaje kir ku hindek ji wan revîn bê ku bi Karin kuştiyên xwe li ser erdê bikşînin.

Peyamnêrê me tekez kir li ser devê çavkaniyên leşkerî ku şoreşgeran şiyan du Tankên hêzên Esed û otombîlek leşker radikirin bişkînin, herweha du Tank û otombîlek “Şîlka” bi dest xistin, tevî çend Tankên giran û alavên leşkerî ku hêzên Esed li pişt xwe hêlabûn piştî vekşandina wan.

Di berya demekî, “Eniya Rizgariya Netewî” şkandina 23 Tankên milîsan li ser xala “Til hewaş” ragihand, û ji aliyê xwe ve “Artêşa Aliza” şkandina bingeha Kornît û kuştina komek ji milîsan di dema armanckirina wan bi mûşekên dijî ziriyan li bajarokê “Kafrnaboda” ragihand.

Hêzên Esed û milîsên wê bi piştgiriya Rûsiyayê şîyan kontrolê li ser bajarokê Kafrnaboda û kelha Madîq û hijmarek ji gund û bajarokên deşta El-Xab û çiyayê Şehşebo li parêzgeha Hama yê piştî oprasiyonekî zor li ser deverên rêzgarkirî kiribûn, di encamê de zêdetir ji 400 sîvîl hatin kuştin û bi sedan birîndarbûn, li gel ku zêdetir ji 350 hezar kes ji malên xwe derbiderbûn berf deverên sînorî.

Çarekirina yek ji birîndarên êrîşên hewayî ji aliyê balafirên rêjîma Esed li ser bajarê Saraqib li parêzgeha Idlibê roja çarşemê 22/5/2019 – lens : Alaa fattrawi- horry press.
Du xwebexş ji tîmên parastina sivîl a Sûrî “Kumên Sipî” berf yek ji cihên ku balafirên rêjîma Esed li bajarê Seraqibê li parêzgeha Idlibê roja çarşemê 22/5/2019 armanckirî çûn – lens : Alaa fattrawi- horrya press.
Çarekirina yek ji birîndarên êrîşên hewayî ji aliyê balafirên rêjîma Esed li ser bajarê Saraqib li parêzgeha Idlibê roja çarşemê 22/5/2019 – lens : Alaa fattrawi- horry press.
Vexistina agir di yek ji deverên armanckirî ji aliyê balafirên Esed ve li ser bajarê Saraqib li parêzgeha Idlibê roja çarşemê 22/5/2019 – lens : Alaa fattrawi- horrya press.
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل