Derbiderên Hama û Idlib bi hezarane…û pêşxeriyên yekane ji bo alîkariya wan

فريق التحرير17 مايو 2019آخر تحديث :
Bi hezaran malbat ji gundewarê bakurê Idlib û gundewarê başûrê Hamayê derbiderbûn jo ber topbaranên hovane ji aliyê hêzên Esed û balafirên zordariya Rûsyayê berv başûrê Idlibê 9/5/2019 – lens : Alaa fattrawi- horrya press.

Aisha Sabri – horrya press:

Oprasiyona hovane ji aliyê hêzên Esed û piştgirîyên wê Rûsiya û Iran, li ser gundên bakur û başûrê Idlibê û başûr û rojavayê Hama yê bo sedema koçberbûna hezaran berv deverên sînorî bi Tirkiyayê re, lê çi ji bilî darên Zaytonan wekî sîberekî di bin da bi cih bigirin ne dîtin, ji dema dawî kirina gera 12 ji gotûbêjên Astana di 26’ê meha borî de.

Ev pêla koçberbûna mezin û berdewam bi topbaranên hewayî û erdî sivîlan armac dike ji aliyekî ve, û ji aliyekî din ve nebûna alîkariyan ji rêxistinên mirovahî û neteweyî ve, ji ber vê yekê hindek ji Xurtan bi pêşxeriya yekane rabûn û alîkariya xelkê kirin ji bo rêya mirinê derbas bikin berv deverên ewletir.

alîkariyên yekane

Çalakvan “Mehmûd Diyab” ji bo horrya press got, ku :”nêzîkî 12 kesan destpêşxerîkirin û çûn deverên bombebarankirî li gundewarê bakurê Idlibê ji bo malbatan bi rêya heft otombîlan veguhêzin deverên ewletir”, amaje kir ku ajokaran red kirin ji bo topbaranên raste rast, û hijmara koçberbûnê di heyama neh rojan de gehişt 800 hezar kesan.

“Diyab” û ew yek ji pêşxeriyane berdewam kir, ku ” “malbatan digihînin nêzîktirîn xala ewle, li ber dergehê kampan wan deynin, û ew tiştên xwe dabîndikin, li vir nexweşiya peydakirina konekî heye, û belê peydakirina av û xwarinê jî dibe cihê zehmetiyê li cem gelek malbatan, ji ber ta niha çi rêxistinan xwe ne daye li ber wan û hew alîkariyên yekane ne”.

Herweha diyar kir, ku piwîstiya jinan bi tîmên afretan heye, ji bo rewşa wan xirabtir e ji ya zilaman, tevî ku pêdiviya wan bi nûjdar yan jî perestarkî xwebexş di dema gehiştina malbatan li kampên sinorî heye, ji ber bardoxên sîkolocîk bi sedema fişara dengê topbaran.

“Diyab” nîşan da, ku “rewşa karesat e li herêmên (Bab Hawa, Aqrabat, kafrlosîn, Atma) li başûrê Idlibê”, û aşkare kir ku piştî gehiştina malbatan, wî xwarina 200 malan kir li ser milê xwe ji koçberên bajarê “Kelha Madîq” bi rêya kirêkirina cihê zadî û jinek ji bo çêkirina xwarinê, û rojane xwarina remezanê li ser malbatên koçber li herdu bajarên Batbo û kafrlosîn tê dabeşkirin, lê ew gelek zehmetîyan dibîne ta kelûpelên xwarinê dabîndike.

hezar L.S ji te alîkariya hezar malbatan dike

Hijmarek ji xurtên bajarê Soran li başûrê Idlibê pêşxeriyeke yekane di bin navê “hezar L.S ji te alîkariya hezar malbatan dike”, çalakvan “Abd qadir Mihemed” yek ji beşdarên vê pêşxeriyê ye ji bo “horrya press ” ragihand, ku :”hijmarek ji Xurtan ev pêşxerî ragihandin beriya şeş mehan, ew bi rêya ku her yek hezar L.S mehane bide, hijmara beşdaran bû 500 kes yanî 500 hezar di mehê de”.

Berdewam kir, ku “di destpêka meha remezanê de, me cil û Berg ji bo 400 malbatan kirîn, di gel ku hijmara beşdaran zêde bû bazirganan jî cil bi buhayekî arzan difrote me û gelek caran jî bê beramber di dan”.

gotinên derbideran

“Ahmed” yek ji koçberên bajarokê “Ihsim” li çiyayê Zawiya li bakurê Idlibê, bavê sê zarokan e, ji peyamnêra me re diyar kir ku piwîstiya wî bi xwarinê heye ji bo zarokên wî yên ku bi seatan man bê xwarin li beyaran, û kesekî çi xwarin ji bo wan pêşkêş ne kir.

Ji aliyê xwe ve, “Mihemed Aqîl” ji bajarê “Kelha Madîq” li rojavayê Hama yê, anî ziman, piştî ku balafirên Rûsyayê malên wan topbaran kirîn û bo egera kuştina pênc kesan ji malbata wî :”kesên ji kuştinê filitîn berv bajarokê Babto li başûrê Idlibê revîn, û kon li derdora bajêr danîn ji ber ne karîn kirya xaniyan bidin, ev ne rewşa vê malbatê tenê bi hezaran wek wan hene”.

Çalakvan “Hanîn Al-Sayed” ji bo nûçegehanê me çîroka koçberbûna xwe ji meha çaran ve ji bajarokê “Marat Herma” bakurê Idlibê, zelal kir, û got :”ez û malbata xwe derketin, ji ber bombebaranên Esed û zordariya Rûsyayê, gelek zehmet bû lê em neçarbûn, em heft kes di yek otombîlê de bûn, em gehiştin bajarê Sarmeda li başûrê Idlibê, belê beramber gelek kesan em bextewer bûn, em di mala yek ji xizmên Xwe de dijîn bê kirê di dema ku bi hezaran li beyaran dimînin, û xudanên malan kirya malên ku bi 10 hezaran e bilind kirine ta 200 -300 dollarên Amrîkî”.

“Amal” diyar kir, ku “em dixwazin bi zûtirîn dem vegerin malên xwe, ev tiştên hatîn serê me sedema wê dewleta Tirkiyayê ye”.

Li gorî serjmara koçberan ya dawî, tîma “Hevrêzên hewarhatina Sûrî” di daxuyaniyekî de diyar kir, ku serjmara koçberan gehişt 537,391 kesan, yanî 90% ji deverên armanckirî ji gundên Idlib û Hama ji dema peymanê Sochi di meha îlonê paşîn de .

Tîmê aşkare kir, ku operasyona yekem di cotmeha 2018’an de bû, bi sedema wê 37,245 kes derbider bûn, û oprasiyona duyem di hema kanona yekê ji heman salê de, 41,367 kes koçberbûn, hijmara mezin ya koçberan di oprasiyona sêyemîn de bû, ku hijmara awereyan gehişt 458,779 (72,911 malbat) di 2/Sibatê ta 10/ vê Gulanê.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل