Kuştî û birîndar li Idlib û Helebê bi êrişên hêzên Esed

فريق التحرير15 مايو 2019آخر تحديث :
Endamek ji parastina sivîl zarokekî qûrtal dike di yek ji deverên and ji aliyê hêzên Esed ve li Marat El-Numan – 18/şibat/ 2019 – parastina sivîl a Sûrî

Horrya press:

Şeş welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndarbûn, roja çarşemê, li herêmên parêzgeha Idlib û Helebê ji aliyê êrîşên hêzên Esed ve.

Li Idlibê, nûçegehanê “horrya press” aşkarekir ku “du sivîl (Jin û zelamek) hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn, ji ber bombebaranên balafirên rêjîma Esed li ser bazarê El-Kornîş li navenda bajarê Marat El-numan.

Peyamnêrê me berdewam kir, ku hijmarek ji qurbaniyan di bin paşmayên avahiyên herfî de mane asêkirî, û tîmên parastina sivîl Hewil didin ku wan rêzgar bikin, tevî kuştina sivîlekî ji ber êrîşên balafirên Esed bi Beramîlên teqîner li ser gundê “Um Nîr” li gundewarê bakurê Idlibê.

Li parêzgeha Helebê, sê welatiyên sivîl hatin kuştin di encama topbaranên hêzên Esed li ser bajarokê KafrDail li gundewarê rojavayê parêzgehê bi mûşekan.

Li Hama yê, hêzên rêjîma Esed bi mûşek û bermîlên teqemenî gundên “Hiwîz, Horta, qereh cirin, Cib Silêman” li çiyayê Şehşebo û herdu gundên “Hiweyca, Sihriya” li deşta El-Xab li rojavayê gundewarê Hama yê êrîşkirin.

Herweha gundê “Şihrenaz” li çiyayê Şehşebo agirek mezin dît gehişt çandiniyên cotyaran ji ber êrîşên mûşekan ji aliyê hêzên Esed ve.

Eniya Rizgariya neteweyî ragihand ku wan tivingeke reşaş 23 mm li ser pickup hilweşandin, û çend otombîlên tejî endamên hêzên Esed armanckir ku di encamê de hemû hatin kuştin li sikra “El-Hiwêz” de li deşta El-Xab li gundewarê parêzgeha Hama yê, û Eniyê anî ziman ku endamên wan xefkek amade kiribûn bo sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan ji milîsên Esed li nêzîkî gundê “Bab El-Taqa” li gundewarê rojavayê Hama yê.

Bajar û bajarokên gundewarê bakur-rojavayê Hama yê û gund û bajarokên gundewarê başûrê Idlibê zêdebûneke şer ji aliyê hêzên Esed û mîlîsên wê bi piştgiriya balafirên zordariya Rûsyayê ve dibîne, û baraneke dijwar ji mûşek û top û êrîşên hewayî li ser deverê hat, di encamê de bi sedan kuştî û birîndar ketin, di nav wan de jin û zarok û pîremêr jî hebûn, tevî wêraneke berfireh di mal û avahiyan de, di gel tevgereke koçberiya mezin di nav xelkê de berev bakurê Idlibê ji ber bombebaranan.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل