Zordariya Rûsya yê navenda “Kumên sipî” li Kafrnabal ji xizmetê derxist

فريق التحرير14 مايو 2019آخر تحديث :
Êrîşkirina bajarê Kafrnabal bi mûşekên Barût ji aliyê hêzên Esed ve 10-5-2019 – lens: Hanîn Al-Sayed- horrya Press ©

Idlib – horrya press:

Balafirên zordariya Rûsyayê, roja duşemê, navenda parastina sivîl a Sûrî “Kumên sipî” li bajarê Kafrnabal li başûrê parêzgeha Idlibê bi şêweyekî raste rast armanckir, ku bû egera derketina navendê ji xizmetê piştî gelek zîyanên madî.

Çalakvanan videoyek weşandin têda dema ku navend hatî armanckirin bi êrişên hewayî diyar kirin, û xelkê deverê ji tirs bi lez direvîn li gorî videoya tomarkirî.

Parastina sivîl a Sûrî ragihand, ku endameke xwebexş li navenda Kafrnabal bi êrîşeke dupil ji aliyê balafirên şer ve birîndarbû.

Li ser erdê: endamên şoreşgeran desthilatdariya xwe li ser gundê Şêx Idris li bakurê parêzgeha Hama yê, piştî pevçûnên dijwar bi hêzên Esed re ragihand.

Di heman demê de, hêzên Esed û zordariya Rûsyayê êrîşên xwe li ser herêmên bakurê parêzgeha Idlib û Heleb û başûrê parêzgeha Hama yê berdewam dike, ku balafirên rêjîmê bombebaranên xwe bi birmîlên teqîner li ser bajarokên “Horta, Sihriya, maydan xezal” li çiyayê Şehşebo li rojavayê Hama yê nû kir, tevî topbaranên wekhev li ser bajarokên “Termela, Habît û Til As” li bakurê Idlibê, bê ku birîndar hebin, di dema ku pileya derbiderbûna xelkê ji deverên ziyankirî berdewame.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل