Du kuştî û birîndar di êrîşeke hêzên Esed de li rojavayê Hama yê

فريق التحرير13 مايو 2019آخر تحديث :
©Êrîşeke mûşekan li ser bajarê Kafr Zeita li bakurê parêzgeha Hama yê – Lens: Walid Abu Hemam – horrya Press

:Hama – horrya press

Du hewelatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn, roja yekşemê, ji ber bombebaranên mûşekan ji aliyê hêzên Esed û mîlîsên wê ve li ser gundê “Şêr Mexar” li çiyayê Şehşebo li rojavayê Hama, li nêzîkî xala çavdêriya Tirkiyayê

Li gorî “Mistefa abu Arab” peyamnêrê horrya press li Hama yê, :”hêzên Esed yên li ser sikra El-Karîm li deşta El-Xab komek konên derbideran li herêma xalên çavdêriya Tirkiya li gundê “Şêr Mexar” bi zêdetir ji 13 avştokên mûşekan armanckir, ku di encamê de du hewelatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn bi birînên cuda cuda”

Nûçegehanê me herweha berdewam kir, ku hêzên Esed û milîsên wê bi mûşekên giran gund û bajarokên gundewarê Hama yê li her yek ji (Deqaq, Hamêdiya, Zîzon, Hiwêz, Hamra û Hawaş) armanckir, herweha balafirên helîkopteran bermîlên teqemenî li ser malên sivîlan de li gundê “El-Sermaniya” avêtin, û balafirên zordariya Rûsyayê êrîşên hewayî bi çend moşekên Barût avêtin li ser gundê “Meydan El-Xezal” li çiyayê Şehşebo û herdu gundên “Lehaya” û “Markeba” li gundewarê bakurê Hama yê

Ji aliyê leşkerî ve, “Eniya Rizgariya niştîmanî” ya Artêşa Azad kuştina pênç endam û birîndarbûna hijmarek din ji hêzên Esed û mîlîsên wê di xefkeke pêlankirî de li nêzîkî gundê “Bab El-Taqa” li gundewarê Hama yê ragihand

Bajar û bajarokên gundewarê bakur-rojavayê Hama yê û gund û bajarokên gundewarê başûrê Idlibê zêdebûneke şer ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê bi piştgiriya balafirên zordariya Rûsyayê ve dibînin, û baraneke dijwar ji mûşek û top û êrîşên hewayî li ser deverê hat, di encamê de bi sedan kuştî û birîndar ketin, di nav wan de jin û zarok û pîremêr jî hebûn, tevî wêraneke berfireh di mal û avahiyan de, di gel tevgereke koçberîya mezin di nav xelkê de berev bakurê Idlibê ji ber bombebaranan

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل