Derbiderên Idlib û Hema rastî temahiya kirêdaran dibin

فريق التحرير11 مايو 2019آخر تحديث :
Derbider di bin darên zeytonan de li nêzîkî gundewarê bakurê Idlibê li ser erdê dirûnin – Lens: Alaa Fattrawi – horrya Press ©

Alaa Fattrawi – Idlib – horrya Press:

Oprasiyona leşkerî ji aliyê hêzên Esed bi piştgiriya Rûsiyayê bo sedema koçberbûna hezaran ji welatiyên sivîl ji gundên Hema û Idlib berev herêmên sînor bi Tirkiyê re, ya ku bû sedema bilindbûna kirêya xaniyan li wan deveran, ya ku digihe heta 200$ her meh, ew bû barekî giran li ser milê xelkê yên ku piraniya wan di rewşên aborî yên zehmet de dijîn.

“Mohamed Tawîl” yek ji awareyên gundewarê başûrê Idlibê ye, ji bo “horrya press” ragihand “: Piştî rêwîtiyeke dirêj tejî metirsî ji ber bombebaranan, ez bi malbata xwe re gihiştim gundewarê bakurê Idlibê li nêzîkî sînorê Tirkiyê, û min dest bi lêgerînê ji bo kirêkirina malekê bi rêya yek ji ofîsên eqarî, ez behitîm ku xwediyê malê daxwaza 150$ kir, û merc kir ku ez kirya sê mehan li pêş bidim”.

Herweha berdewam kir :” piraniya xudanên malan daxwaza buhayên bilind dikin, û ez wek gelekan nikarim vî nerxî bidim, ji ber vê yekê ez neçarbûm ku di dibistanekê de bimînim bi hêviya ku bombebaran rawestin û vegerim mala xwe”, tekez kir ku ” xudanên malan gelek timahî û çavbirçîtî li cem wan heye û hejmareke mezin ji awareyan talan kirin bi bilind kirina kirya xaniyan”.

Ji aliyê xwe ve “Abu Xalîf” yek ji awareyên gundewarê bakurê Hamayê ye, diyar kir : ” dawiya me em li ser erdekê beyar û çiyayekê nêzîkî sinorê Tirkiyê man, min û hindek ji xizmin Xwe û hijmarek ji gundiyan me konên demekî danan ji bo razanê, lê xudanê erdî daxwaza 40 hizar LS kir beramber mayîna me li ser erdê wî”.

Herêmên gundewarê bakurê Idlibê zêdebûneke berbiçav di hijmara niştecîhan dibîne, ji ber hatina hijmarek mezin ji koçberan ji deverên armanckirî ji aliyê balafirên Esed û Rûsiyayê ve, ku ev herêm hinekî ewlene ji ber nêzîkbûna wê ji sînorê Tirkiyê re, herweha ji ber ew rêya kesên ku dixwazin derbasî deverên “mertala Firatê” û herêmên “Xusin Zayton “li gundên Helebê bibin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل