Buhabûna kelûpelên rojane bûye cihê dilgiraniya hewelatiyên Dêrikê

فريق التحرير11 مايو 2019آخر تحديث :
Bazarê bajêrê Dêrikê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê – horrya press

:Samya lawend- horrya press

Roj bi roj buhayê kelûpelên rojane û xizrawat û fêkî li bajêrên ku piraniya wan kurdin li bakur-rojhilatê Sûriyeyê brev bilindbûnê diçe, him hewelatî gazindan li ser buhayê giran dikin û him bazirgan jî sedemê .vedgerînin ji bilindbûna diravan

Beriya rojiya remezana pîroz destpê bike buhayê her tiştekê arzantir bû, lê piştî remezanê hew bi rojekî her tişt giran bû li bazaran, ev tişt bû cihê dilgiraniyê li cem xelkê deverê, nixazim gelek ji wan bê kesin û gelek ji wan jî kirêdar û awarene

“Hîyam omer” yek ji awereyên ku ji Humsê reviyayî û li bajêrê Dêrikê “Malikîyê” kirêdare, ji bo nûçegehana horrya press ragihand :”bi rastî rewşa me ya aborî gelek zehmete, ji bilî ku xaniyê me bi kirêye em ji Humsê reviyan ji ber şer, Dêrik bajarekî arame û ta astekî kelûpelên li bazarên wê jî arzanin, lê eve çendeke her tişt giran bûne û bi rastî em nikarin bikirin, em şeş neferin û kîloya firingiyan bi 500 L.S ne dibe fitar ne dibe paşîv, xwedê halîkar be”

Ji aliyê xwe ve, Adil Mihemed welatiyekî Dêrikêye diyar kir, ku :”gava nerxê dollar bilind dibe kelûpel jî buhayên wan giran dibe, lê dema dollar nizim dibe her nerxê tiştan li bazarî wek xwe dimîne, kesek nîne ku rêya sextekariyê beramber bazirganan bi gire û şol jî li vir kême û mûçe jî gelekî kêmin, belê tişata herî arzan li welat de canê me welatiyan e”

Bazirgan Abu Alî bi xemgînî dibêje: “Berê rêk hemû vekirîbûn û şer ne bû, herweha ew bac jî ne pir bûn, niha bazirganên ku bo me tînin dibêjin em du Baca didin: yek ji aliyê rêjîma Esed û yek ji aliyê rêveberiya xweser, lewma tişt giran dibin tevî bilind bûna diravan çi dollar û çi Ewro, ku destê me ba bawerbike me jî dixwast her tişt arzan be”

Tê zanîn ku bajarê Dêrikê “Malikîyê” dikeve bakur-rojhilatê parêzgeha Hesekê bi dûrbûna 190km û dûrî bajêrê Qamişlo bi 90km û bi 900km dûrî paytexta Şamê ye, û dikeve ji aliyê bakur-rojhilat li ser sinorê Tirkiyê û li ser sinorê Iraqê ji aliyê başûr-rojhilat ve, herweha devereka istratîcîkî giringe, û piraniya xelkên bajêr jî kurdin tevî rêjeyek ji pêkhatin Xirstiyan û ereb jî hene di nav wan de

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل