Kuştî û birîndar di nav hêzên Esed de di êrîşeke Artêşa Azad de li Latakyayê

فريق التحرير7 مايو 2019آخر تحديث :
Endamên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Artêşa Azad li ser devera bê çek ji Çiyayên Laziqiyê ta gundên Hama û Idlib û rojavayê gundewarê Helebê – horrya Press ©

Horrya Press:

Çend hêmanên hêzên Esed hatine kuştin û çendek din jî birîndarbûn ,roja sêşemê, di êrîşeke hêzên oposizyonê li parêzgeha Laziqiyê.

“Eniya Rizgariya Neteweyî” kuştina 18 ji endamên hêzên Esed, û birîndarbûna 6 kesên din jî ragihand, di pêvajoya hatî binavkirin “Alangmasah” ji aliyê hêzên taybet ve hat lidarxistin (Unit 82) Di tevgera Ehrar el-Şam ya alîgira eniyê li ser girê Abu-Asad li Çiyayê Kurdan li gundewarê Laziqiyê.

“Eniya” alîgir di bin refên artêşa Azad de, tekez kir ku ev operasyon wekî bersivekî li ser êrîşên hêzên Esed ji sivîlan re hat.

Ev operasyon tên di demekê de ku hejmara şehîdan gehişt 16 kesan, ji ber bombebaranên berdewam ji aliyê rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya li ser deverên Idlib û gundên Hamayê, herweha ,roja sêşemê, tevgereke koçberbûnê berev sînorên Tirkiyê çûn, di gel bang û hişyariyên biyanî û Neteweyên Yekbûyî ji hilweşîna “agirbestê Idlibê”, di nav daxwaziyên Rûsiyayê li ser berdewamiya êrîşan, herweha bêdengiya Tirkiya wekî piştgêriyekî ji Rûsiyayê re di gumanên xelkê de hat şîrove kirin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل