Zordariya Rûsiya – Esed….Nexweşxane derveyî xizmetê

فريق التحرير6 مايو 2019آخر تحديث :

Idlib, Hama – Horrya press:

Parêzgeha Idlib û Hama li bakurê rojavayê Sûriyê, roja yekşemê, zêdebûneke leşkerî dijwar ji aliyê hêzên dijminkariya Rûsiya-Esed ve dît, ji destpêkirina oprasiyona hovane ya dawî, çalakvanên zêdetir ji 100 êrîşên hewayî li ser herdu parêzgehan serjmarkirin, herweha bi sedema êrîşan bi kêmanî 12 hewelatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de çend nexweşxane ji xizmetê derketin.

Li Idlibê, 12 hewelatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndarbûn, li her yek ji Kafr Nabl û Termla, Deir Sunbul, gundên Cisêr Şixor, Arnaba û Arainbeh di encama bombebaranên balafirên leşkerî û helîkopteran, herweha bajarên Ahsm û Kncefrh, Bara, Trayî, Hezarîn, Kefrsicna, Has, Habît, Naqîr, KefrEwîd, Şêx mistefa, û gundên Fatîra, Tarmla û Srca rastî bombebaran hatin.

Nûçegihanê horrya press diyar kir, ku :”balafirên zordariya Rûsiyayê her yek ji nexweşxaneyên “Nabdu Hayat” li bajarokê Has û Nexweşxaneya El-Cerahî li Kafrnabal di encama teqînên dijwar de ji xizmetê bi temamî derketin, herweha balafiran dibistana bajarokê Deir sonbol li herêma çiyayê Zawiya armanckir, û di encamê de beşeke mezin hat hilweşandin.

Bi dijwarbûna êrîşan, encumena xwecihî ya bajarokê Ahsmê bajarok wekî devereke karesat bi sedema êrîşên berdewam ragihand, bang li rêxistinên însanî ji bo bersiva di cih de ji bo alîkariya dehan ji malbatên bêmal mayîn, tevî ku bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ji bo bi erkên xwe ji bo parastina welatiyên sivîl yên bêçek rabin.

Herweha encumena xwecihî li bajarokê Termla, bajarok û zevîyên derdora wê wekî herêmeke karesat ragihand, piştî armanckirina wê bi dehên ji êrîşên hewayî.

Li Hamayê; nûçegihanê “horrya press” amaje kir, ku ” balafirên zordariya Rûsiya-Esed bi dehan êrîşên hewayî li ser bajar û bajarokên bakur û rojavayê parêzgehê kirin, bi taybetî li ser Kafr Zita û Al-Lataminah û Mork, tevî bajar û gundên Kvrenbaudh û Hewîce û Sehriya û Deir Sunbul û kora.

Rêveberiya Tenduristiya Hamayê ragihand ku Nexweşxaneya El-Cerahî li Kafr Zita “nexweşxaneya Maxara” ji xizmetê derket, piştî ku bi çend mûşekên teqîner ji aliyê balafirên dijminkariya Rûsyayê ve hatî armanckirin, rêveberiyê herweha daxwaz kir ku dezgehên tenduristî dûrî operasyonên leşkerî bibe.

Hêzên zordariya Rûsyayê û rêjîma Esed di 26’ê nîsana çûyî de dest bi zêdebûnê kirin, di dawiya gera 12’ê ji danûstandinên “Astana”, ya ku dewletên kefîl (Rûsya, Tirkiye, Îran,) negihiştin levhatinekî li ser çarenivîsa parêzgeha Idlibê û damezrandina Komîteya Destûrî a Sûriyê.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل