Kuştî û birîndar li Hama û Idlibê û topbaran dijwar dibin

فريق التحرير4 مايو 2019آخر تحديث :
Dû ji bermîleke teqîner bilind dibe li ser malên hewelatiyên sîvîl li başûrê gundewarê Idlibê -Lens: Alaa Fattrawi – horrya Press ©

Horrya Press:

Careke din balafirên zordariya Rûsyayê êrîşên xwe yên hewayî li ser bajarok û gundên Hama û Idlibê zêdekirin, roja şembiyê, di encamê de gelek qurbanî ji sivîlan ketin, tevî pêleyeke koçberbûna mezin di nav xelkê de berev herêmên sînorî ya ku ewletir e.

Nûçegihanê horrya Press li Idlibê ragihandin ku, êrîşên zordariya Rûsiyayê û balafirên Esed piraniya bajarokên devera “çiyayê Zawîya” li gundewarê başûrê Idlibê ji saetên serê sibehê ve armanckirin, di encamê de jinek li bajarokê “Svohn”hat kuştin, û du kesên din li bajarokê “Orniba” hatin kuştin, herweha du zarokên din jî hatin kuştin li bajarokê “Mhabl”, û tevî zirarên mezin di mal û molkên sivîlan de.

Peyamnêrê me destnîşan kir, ku topbaranên wekhev bajarê “Hewîce” û “Aqîma” û “Kfrenbauzh” û deverên din yên deşta El-Xab li bakurê Hamayê armanckir, di encamê de gelek birîndar ketin, tevî tevgereke mezin ji koçberbûna hezaran ji hewelatiyên sîvîl yên ku ji topbaranan revîn.

Ji aliyê xwe ve, “heyet tahrîr Şam” wêrankirina tankeke hêzên Esed li ser xeta “Kfrenbaudh” li gundewarê bakurê Hamayê piştî armanckirina bi mûşekên dijî tanka, di nav zincîra operasyonên “saxkirina singên miletên bîrbawer”.

Gundewarê Idlib û Hamayê êrîşên giran ji aliyê hêzên Esed û Rûsyayê dibînin, bi rêya topbaranên balafirên şer û çekên giran li ser gelek herêmên, ku di rojên dawî de di encamê de çend kes hatin kuştin.

Zêdebûna şer bi dawiya gera 12’ê ji hevdîtinên “Astana” destpêkir, di 26’ê meha borî de, ya ku li hev nehatin di navbera dewletên kefîl de (Rûsya, Tirkiye, Îran) li ser avakirina komîteya Destûra ya Sûrî û rapora çarenivîsa parêzgeha Idlibê ne hat kirin.

Yekîtiya Ewropayê ,roja înê, hişyarî da li ser metirsiyên êrîşen leşkerî ji rejîma Esed û Rûsya di herêma çek jê birî de li bakurê Sûriyeyê, û bang li Moskowê û Ankara ji bo cîbicîkirina pêbendbûnên xwe li ser peymana “Soçiyê”.

Berdevkê fermî yê desteya dîplomatîk yên Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyê de bang ji bo rêzkirtina vê peymanê kir, “ji ber ku êrîşen leşkerî li Idlibê jiyana zêdetir ji sê milyon sivîl dike cihê metirsiyê de, û wê bibe sedema zêdebûna kareseta mirovahî û wê metirsiya berdewamiya aramiyê li Sûriyeyê û herêmê zêde bike.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل