Gava girî û Ken têklîhev dibin dibe çîroka Ayaz

فريق التحرير3 مايو 2019آخر تحديث :
Ayaz zarokek ji zarokên penaberên Sûriyê li herêma kurdistanê ye, bi nexweşiya Haemophilia ketiye – lens: horrya press

:Horrya press – samya lawend

Di gel malbata xwe berev Ewropayê çû, ji Herêma kurdistanê berev welatê Tirkiyê û herweha berev zemîna pîr (Ewropa) ji bo jiyaneke xweştir, lê Ayaz nexweş ket, û nexweşiyê xwe zorkir di laşê vî zarokî de, êşê jî cihekî baş ji bo xwe dît û nexwest dûrî caneke nazik bikeve

Ayazê temen 8 salî, zarokek ji zarokên kurdê Sûriyeyê ne, di gel malbata xwe di destpêka şoreşa Sûrî de û ji ber zehmetiyên jiyanê di wî demî de, di gel malbata xwe koçberî herêma kurdistanê bûn, piştî hewildana çûna Ewropayê bi nexweşiya haemophilia ket, û roj bi roj rewşa wî ya tenduristî xirabtir bû

Ne çûna Ewropayê çû serî û ne nexweşiya Ayaz jî bi dawî hat, ji ber vê yekê malbata Ayaz carek din vegeriyan herêma kurdistanê, Him ji bo belengazî yê û him ji bo dermankirina nexweşiya Ayaz, lê ji bo rewşa aborî ya zehmet xanîk li nihumê sêyê krêkirin, ji ber buhayê arzan, tevî kêr nexweşiya Ayaz nayê

Dayika Ayaz bi çavên tejî xem û bêzarî ji bo horrya press diyar kir, û got :” ez her sibeh kurê xwe yê yekane hildigrim û hêdî hêdî li ser derencokan tême xwarê, gelek caran ditirsim ez wî bidim erdê ji ber em li qata sêyê de dijîn, buhayê wê arzantire ji buhayê qata erdê, her roj wî dibim dibistanê û tînim”

Herweha berdewam kir:”dilê min gelek bi Ayaz veye, nikare di gel hevalên Xwe bileyze yan jî bi tenê biçe dibistanê, me hewara xwe da gelek aliyan ji bo harîkariya kurê min bikin da zû saxbibe, lê ta niha çi kesî alikarî di gel me nekiriye, rewşa me ya aborî gelek zehmete ji bo kirîna dermanan, û em nikarin bi qaçaxî jî wî derbasî Ewropayê bikin him ji ber nexweşiya wî û him ji ber feqîriya me”, destnîşan kir “hêvîdarim ku alîkarîya kurê” min were kirin…da careke din ji dil bikene

“Dayika min pîyê min e, ez nikarim tenê rêve biçim, zehmete” bi van gotinan Ayaz ji bo horrya press rewşa xwe zelal kir :”gava dibînim hemû zarok tenê diçin dibistanê dilê min gelekî bi min dişewite, li ser belkonê temaşeyî hevalên xwe dikim gava baz didin yan jî dileyzin, dayika min diweste lê nabêje ji ber ez şerim nekim”, bi lêvên kenî û hêvîyekî mezin Ayaz temam kir “her roj dayika min dibêje min nêzîk tuyî saxbibî, ez ji dayika xwe bawerim”

raste dibêjin belengazî ne şerme, lê gava bibe egerek ji bo saxiya zarokekî dibe mirina hêdî hêdî di laşê feqîran de û rêkî dijwar di zêdebûna azar û êşên wan de, ji bilî penabertî û derbederiyê

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل