Rûsyayê li Idlibê komkujiyek kir û 4 kes ji malbatekê hatin kuştin

فريق التحرير3 مايو 2019آخر تحديث :
Keçka ku qurtal bûyî ji bombebarana Rûsyayê piştî kuştina malbata wê – toreyên civakî

Horrya press – Idlib:

Çar hewelatiyên sivîl hatin kuştin û çendek din jî birîndarbûn ,roja pêncşemê, ji ber êrîşên hewayî yên ji aliyê balafirên Rûsî ve, ku cihekî koçberan li gundewarê başûrê Idlibê armackir.

Nûçegihanê horrya Press li Idlibê, ragihand ku balafirên şerê Rûsiyayê sibeha îro cihek ku hijmarek ji koçberan di devera bajarokê “Kncefrh” diman li başûrê Idlibê armackir, di encamê de çar kes ji yek malbatê (bav, dê û du zarok) hatin kuştin, hew keçkek qurtalbû ji êrîşa ku bi tenê hiştî bê kes bê malbat.

Peyamnêrê me destnîşan kir, ku topbaranên wekhev ji balafirên Rûsiyayê li ser bajarokên “Termla, Kifroma, Bara, Has, Horsh Algosabih, Alhbit, Mdaya”, li gel êrîşên li ser derdora gundê “Abdeen” li gundewarê başûrê Idlibê, ku di encamê de kuştî û birîndarên sivîl û wêrankirina berfireh ji malê jî ket.

Ev di demekê de hat dema ku gundewarê Hama û Idlibê tevgereke berfireh di nav xelkê de berev deverên nêzîkî sinorê Tirkiyê dît, ji ber êrîşên hewayî ji balafirên Rûsî û rêjîma Esed, ya ku tîma ” Kordînasyna bersiva” roja çarşemê koçberbûna zêdetir ji 9500 kesî ji devera armanckirî di 48 saetan de belge kir.

Di heman demê de, “eniya Niştimanî ya ji bo rêzgarkirinê” kuştî û birîndarên di nav refên hêzên Esed de piştî hewldanên derbasbûneke keftî li ser Kfarnbuga li bakurê gundê Hamayê ragihand.

Ji destpêka vê salê de, devera “kêmkirina êrîşan a çaremîn” ” bakur-rojavayê Sûriyeyê destdirêjîyên zêde li ser desté hêzên Esed û zordariya Rûsyayê dibînên, ya ku jiyana zêdetir ji çar milyon Sûrî li parêzgehên Hama, Idlib û Helebê de dijîn tehdîd dike.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل