Kuştî û birîndar di zêdebûnekî şer de ji aliyê rêjîmê li ser Hama û Idlibê

فريق التحرير30 أبريل 2019آخر تحديث :
Armackirina gundê Abdîn li gundewarê Idlibê bi moşekan- bikarhatî

Horrya Press:

Jinek hat kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn di topbaranên balafirên hêzên Esed li ser gundê “Arainbeh” li gundewarê başûrê Idlibê, ku hêzên Esed bi awayekî nedîtî êrîşên xwe yên erd û esmanî zêdekirin ,roja sêşemê, li ser herêmên rizgarkirî li gundên Hama û Idlibê, ku bû sedema tevgereke mezin di navbera xelkê de berev herêmên ewletir.

Nûçegihanê horrya press li Idlibê ragihand ku balafirên zordariya Rûsyayê bajarokên “Termla” û “Algosabih” li başûrê Idlibê bi moşekên Barût armanckirin, di heman demê de balafirên rêjîmê bi Beramîlên teqemenî gundên “Arainbeh” û “Abdîn” armanckir, ku di encamê de du kuştî û çend kesên din jî birîndarbûn.

Herweha topbaranan wekhev bi Beramîlên teqemenî bajarokên “Kafr Nabudah” di gundewarê Hamayê, û “Aerymh” û “til saxir” li rojavayê gundewarê wê, herweha êrîşên balafirên zordariya Rûsyayê li ser bajarê “Al-Lataminah”, di çarçoveya top û rokêtan li ser “Keliha madîq” Û “çavê taqa”.

Peyamnêrê me amaje kir, ku tevgereke mezin di nav refên niştecîhan de peyda bû, ji bo bombebaranên berdewam li ser herêmên rizgarkirî li gundewarê Hema û Idlibê.

Hêzên Esed û Rûsiyayê ,duh, bombebaranê xwe yên moşekî li ser herêmên li ser xêzên siysî zêde kirin, ku kampeke awareyan li gundê “Şîr Maxar” li gundewarê Hamayê armanckir, di encamê de du sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndarbûn.

hêzên Esed û mîlîsên wê êrîşên xwe li ser herêmên rizgarkirî li Idlib û Hamayê bi piştgiriya hewayî ji aliyê balafirên zordariya Rûsyayê, di dawiya gera 12’ê ji gotûbêjên Astana beriya çend rojan zêde kir, ya ku bi dawî hat bê ku bigihin çi rêkeftinekê di navbera dewletên kefîl de, ku balafirên Rûsî malên sivîlan, dibistan, nanbêj, û xalên tenduristî armankirin.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل